Karbîderên Tirkî razî bûn li ser derbasbûna hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê bo nav Kobanê da pişdarîyê li berevanîkirina bajarê Kobanê da bikin lê li heman dem dibêje em PYD û PKK wek yêk dibînin û nerazîbûna xwe li ser gihandina alîkarîyan bo şervanên Kurdên Kobanê diyar kirin.
Erê çi guherîn bi ser sîyaseta Tirkîyê çê bû da ku biryareke wiha bide?
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de digel rojnamavan Fehîm Işik dibêje, biryara Tirkî bo razîkirina hevalbendiya welatên rojava û parastina tikelyên baş digel Herêma Kurdistanê bo.
Herwesa berêz Işik got, berxwedana Kobanê û diplomasîya Kurdan li başûr u bakur û sengiya welatên rojava, Tirkîya neçar kir helwêsteka cuda wergire.