Partiya desthilatdar ya Tirkîyê AKP, Ahmet Davutoglu jibo posta serokwezîrê welatî destnîşan kir piştî hilbijartinên serokatiya Tirkîye ewên ku Receb Tayyip Erdogan têde bi serkeft.
Ji egera êrîşa terorîstên DAIŞê li ser deverên Ezîdiyan li Şingalê û deverên Xirstiyanan li rojhilata Mûsilê, hejmara penaberan li parêzgeha Duhokê zor zêde bûye, bi awayekî ji şiyanên hikûmeta Herêma Kurdistanê pirtir e.
Nexweşiya Ebola li çend welatên Rojavaya Afîkayê belav dibe û qeyraneke saxlemiyê li Sierra Leone û Guinea û Liberia peyda kiriye.
Piştî êrîşên çekdarên DAÎŞ li ser Bşûrî Kurdistanê û bitaybetî li Şengal, Hêzên Kurdî ji Bakûr û Rojava û Rojhilata Kurdistanê beşdarî nav şer bûne ji bo parastina xaka Kurdistanê.
Çekdarên Dewleta Islamî ya Îraq û Şamê DAÎŞ êrîşên berfireh li ser çend deverên Herêma Kurdistanê dike, erê DAÎŞ ji ku ve hatiye û kî alîkariya wê dike? û bo xizmeta çi aliyekî kar dike?
Wezîrê Derve yê Ferensî Laurent Fabius ligel Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî li Hewlêrê kom bû û danûstandin li ser rewşa herêmê û şerê li dijî çekdarên DAÎŞ kirin
Kurdên devera Washington roja Şemiyê derketin pêş Koçka Spî jibo piştgiriya xelkên Şingalê û Kurdên Êzîdî ku rastî êrîşên mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) hatine.
Di encama şerê navbera Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û çekdarên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) de bi hezaran Kurd li bajarê Şingalê yê piranî Êzîdî neçar mane ku dev ji warên xwe berdin.
Li dema daxwaza pêkanîna dewleta serbixwe ya Kurdistanê tê kirin, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistana bizava damezrandina hikûmeta federal ya Îraqî dikin.
Berbijartina siyasetvanê Kurd Selahettîn Demîrtaş jibo serokomariya Tirkiyê têgeheke nû tîne nav jîngeha siyasî û civakî li wî welatî
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji parlemana herêmê kir ku refrendumê pêk bîne bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê, lê hevserokê Partiya Yekîtîya Demokratîk Salih Mislim dibêje, hîn dema durist bo ragihandina dewleta netweyî ya Kurdan nehatiye.
Partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civînan ligel alîyên siyasî yên Îraqî pêk dînin bi merema pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqî, li mixabin helwestê alîyên Kurdan cûda ne.
Zor caran di dîrûka Kurdan da derfetên mezîn ji dest dayne bû gehiştîn bî mafên xwe û nîha derfeteka din heye pîştî çekdarên DAIŞ kefîne dinav deverên Sûna de û kontrol kirîn.
Çekdarên DAÎŞ tixûbê Sûriye û Îraqê bezandine û piranîya deverên Sûnnî li her du welatan gihandine hev. Li heman demê Pêşmergeyên Kurdistanê deverên li derveyî herêma Kurdistanê xistine jêr desthilata xwe.
Tirkîyê ketiye ber rexneke welatên Rojava derbarê lawazbûna rewşa demokrasîyê û mafên mirov, li dema ku dixwaze bibe endameke Yekîtîya Ewropa lê pêgirî bi prensîpên welatên Ewropî nake.
Parlamana Sûrî ragihand li 3ê meha Hezîranê, hilbijartinên serokatîya Sûrîyê bêne kirin. Nûnerê Neteweyên Yekgbûyî û herwesa welatên rojava û lîgel welatên kendavî yên Ereb dibêjin, pêkînana hilbijartinên serokatiyê dê bandorake xirab li ser çareserîya aştî ya pirsa wîlati bike.
Li dema halbijartinên parlamanî yên Îraqî û yên parêzgehên Herêma Kurdistanê nêzîk dibn, bizavên berbijarên hemû alîyan xurtir dibn, bi taybet li deverên liderveyî Herêma Kurdistanê.
Hikûmeta Tirkiyê qanûnek pesendkirin tê de deshilateke berfireh dide dezgehê agehiyên Tûrkiyê anku MIT da berhelistiya gefeyan bike. Qanûn ji layê opozisyona Tirkiyê ve hate red kirin û dibêjin ewê qanûnê hinêrin dadgeha destûrî. Şareza dibêjin hikûmet dixwaze azadiya gîştî helweşîne.
Bizavên helbîjartînên parlemana Iraqî û helbijartînên encmenên parêzgehên herêma Kurdistanê pir germ dibin lgel nizîk bona jîvana hilbîjartinan
Nûnera ajansa mafên mirovan li Neteweyên Yekbûyî dibêje, hikûmeta Sûrî pirtir ji her aliyeke dî zêdegavîyan li ser mafên mirovan dike.
Pirtir bar ke