Ji bo hilbijartinên Tirkiyê tenê çend roj mane, dengên kurdan dê di nav partiyên cuda de, di nav de Partiya Çepy a Kesk ya alîgira kurdan, û hin partiyên din belav bibin. Kurdên diyasporayê û yên li Enqerê li dor dengdanê nêrîşên xwe tînin ziman.
Zêdetirî 20 salane AKP û serokê wê Recep Tayyip Erdogan li Tikriyê bê reqîb li ser desthilatê ne, lê di hilbijartinên 14 Gulanê de weha tê xweya kirin ku opozisyon vê carê ji her demê xurtir bûye. Bihêzbûna opozisyona bûye sedema anakokiyan di navbera desthilêat û Opozisyonê de.
Grûpeke Kurdan dixwaze ku dawî li Peymana Lozanê were anîn. Ev peymana ku li nav Kurdan binavûdeng e di 24’ê Tîrmeha 2023’an de êdî dibe sed salî.
Ozdogan, amaje dike ku, di meha Adarê û Avrêlê de êrîşên ser partîya wan bêtir zêde bûye û di meha Gulanê de jî ev êrîşana didomin.
Sendîkayên karker û kedkaran û nûnerên hin partiyên siyasî li Qada Tandogan hatin ba hev û roja 1ê Gulanê di nava coş û heyecana kampeynên hilbijartinê de pîroz kirin û peyamên giring dan.
Peyvdara Partîya kesk Ya Çep Çîğdem Kiliçgun Uçar li Enqerê beşdarî vekirina yek rêz ofîsên hilbijartinê bû. Uçar li hemberî êrîşan bertêk nîşan da û got, “Emê bi bêtirî 100 parlementeran re biçin meclîsê.”
Partîya Çep ya Kesk li Enqerê xebatên xwe xurt dike û dibêje ewê têkoşîna xwe hîn bi hêztir bikin
Krîza keşûhewayê (rêba û siriştê) li Tirkîyê jî xwe dîyar dike. Cotkar Omer Guzel bi xwe li Enqerê navçeya Haymanayê li gundê Baskayî cotkarîyê dike. Ew dibêje krîza rêbayê hemû zevî û berhemê wan têkbirine.
Di hilbijartinên Tirkîyê yên 14’ê Gulanê de zêdetirî 64 mîlyon dengdar wê biçin ser sindoqên dengdanê.
Ji hilbijartina Tirkîyê re meheke kêmtir maye. Encmên van hilbijartinan herî zêde bala Kurdan dikşîne. Gelo rêveberîya bê wê bikaribê pirsgirêka Kurd di meclîsê de çareser bike an na? Kurd li sozên opozîsyonê di vî warî de çawan temaşe dikin.
Cengiz Çandar û Hasan Cemal Ji Îtifaqa Ked û Azadîyê De Bûn Endam. Partîya Kesk ya Çep du nivîskarên navdar, Cengîz Çandar li Amedê, û Hasan Cemal jî li Stenbolê berbijarên hilbijartinê ragihandin. Ew her du kesayetî bi nêzîkbûna wan ya ji pirsa Kurdî li Tirkiyê tên naskirin.
Hêz û partiyên li Tirkiyê bo hilbijartinên 14ê Gulanê di nava çalakiyên xurt dane, partiyên Kurdan jî di nava tifaqên cûd de cih digirin. Eyyûp Demîr ji Enqerê pêzanînên zêdetir li ser mijarê radigihîne.
Di hilbijartinên 14ê Gulanê de li Tirkiyê, hêzên Kurdan di nav îtifaqên cûda de cî digrin.
Serokê Giştî yê Partîya Însan û Azadîyê (PÎA) Mehmet Kamaç ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku çereserkirina pirsgirêka Kurd hêsan e.
Pirtir bar ke