Berbijarên Partîya Çep ya Kesk li ser xebatên xwe yên Enqerê civîneke taybet li dar xist ku tê de behsa rewşa dawî ya girêdayî partîya xwe kir.
Emîralî Turkmen, berbijarê Partîya Çep ya Kesk, di axaftina xwe ya destpêkê de li ser rewşa Enqerê rawestîya û got ku ku xebata wan li her derê rastî astengîyên polîsan tê.
“Em devma li kolanan an jî di nav gel de gaveke davêjin yekser polîs tên û li hemberî me vît dibin. Bi navê parastina ewlekarîyê hemû kar û xebatên me asteng dikin,” Turkmen da zanîn.
Li Enqerê sê herêmên hilbijartinê hene tê de van deran 36 parlamanter derdikevin. Li tevahîya Tirkîyê di rêza yekê de Stenbol bi 98 parlamanteran tê. Di rêza duyê de jî Enqere cîh digire.
Partîya Çep ya Kesk jî li van sê herêmên Enqerê de beşdarî hilbijartinê dibe.
Îhsan Seylan, berbijarê Partîya Çep ya Kesk li herêma 2’yê, derbarê xebatên xwe yê Enqerê Seylan ji Dengê Amerîka re got ku hêzên ewlekarîya bajêr di her qadî de li hemberî wan kêşeyan derdixe.
“Partîya me jî wek partîyên din qanûnî ye, lê ewlekarîya Enqerê du hiqûqên cuda dimeşîne û li ber me rê digire û ji yên din re jî rê vedike. Em li ku derê ofîsên xwe vedikin polîs yekser li hember me astengîyan çêdikin.”
Seylan ragihand ku di dema vekirina ofîsa Partîya Çep ya Kesk li Enqerê de, hunermendên sitran gotin û kesên ku govend gerandin hatin binçavkirin.
“Me li taxa Baglumê, li Enqerê ofîsa hilbijartinê vekir. Sitranbêjên me sitranên xwe pêşkêş kirin, gelê me jî govend gerand û şahî kir. Lê mixabin jiber gotina sitranan hunermendên me hatin binçav kirin û çar rojan li qereqolê man.”
Berpirsên Partîya Çep ya Kesk dibêjin ku li Enqerê givaştinên ser partîya wan her ku diçe zêde dibin. Ne polîsên Tirkîyê û ne jî alîyên din yên hikûmetê ti daxuyanî derbarê van bûyeran nedane.
Seylan bal kişand ser propagandaya hilbijartinê û îdîa kir ku Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya desthilatdar bi awayekî hêsan dikare her tiştî bike, lê gava Partîya Çep ya Kesk derdikeve kolanan yekser rastî êrîşan tê.
“Wê roj me li Ulusê xwest standê vekin û bi muzîk û şahîyê dengê xwe bigihînin hilbijêrên xwe. Lê polîs hatin û gotin qedexe ye em muzîkê vekin. Hema di wê demê de gruba AKP’ê hat cem me, stand danî û muzîk vekir. Polîsan ji wan re tiştek negot. Me ji polîsan pirsî, got çima ew dikarin vekin em nikarin. Polîsan got: em ji bo wan nikarin tiştekî bibêjin.”
Di hilbijartinên 2018’an de HDP’ê yek parlamanter li Enqerê derxistibû. Rêvebirên Partîya Çep ya Kesk radigihînin ku eger xebateke baş were meşandin, wê bikaribin di hilbijartinên 14’ê Gulanê de sê parlamanteran bi dest bixin.