Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Hilbijartina Serokmarîyê li Tirkîyê di Gera Duyê de Zelal Be?


Li gor anketên herî dawî hilbijartina 14’ê Gulanê di navbera Hevpeymanîya Gel û Hevpeymanîya Netew de tê û diçe.

Pisporê ragihandina sîyasî Îbrahîm Uslu ji Dengê Amerîka re got ku li gor anketên herî dawî dibe ku ev hilbijartin here gera duyê.

“Di vê pêşbazîyê de heta niha jî ti endam ji sedî 50 derbaz nebûye. Carna Kemal Kiliçdaroglu û carna jî Recep Tayyîp Erdogan pêş dikeve. Lê, tiştê girîng ev e ku kî di gera yekê de kî % 50+1’ê bi dest dixe.”

Jibo Serokomar Erdogan, ev cara yekê ye di nav 21 salên dawî de ku li hemberî berbijarekî evqas tengahî dikşîne. Uslu li ser vê yekê jî dibêje ku heke her du berbijar ser nekevin, gera dûyê wê di 28 Gulanê de were lidarxistin.

“Di vê hilbijartinê de em hîn jî bi awayekî zelal nabînin ku kî wê qezenc bike. Di dîroka Tirkîyê de heta niha ti hilbijartinek neçûye gera duyê, ku ji dema Osmanî ya Meclîsa Mebûsan heta niha jî hilbijartin dibin. Li Tirkîyê jî cara yekê di sala 2018’an de gera duyê hate destpê kirin. Wisa xuya dike ku cara yekê wê di vê hilbijartinê de pêk were.”

Uslu dibêje ku welatên ku sîstema hilbijartinên bi du geran dixebitînin, di warê rêvebirîyê de jî hin cûdahîyan pêk tînin.

“Dema hilbijartin here gera duyê, li cîhanê welatên ku sîstema gera duyê bi kar anîne tiştekî balkêş dîyar dikin. Ew jî eger kîjan endam di gera yekê de serkeftî bûye di gera duyê de jî serkeftî dibe. Rêjeya vê jî ji sedî 85 dîyar dibe.”

Lêkoler Uslu dibêje ku sîstema Tirkîyê ji sîstemên dewletên din jî cuda ye.

“Em ne tenê serokomar hildibijêrin, lê endamên parlementoyê jî hildibijêrin. Ev yek jî, bixwazî nexwazî, gera duyê zêdetir derdixîne pêş.”

Di hilbijartina serokomarîyê ya 14’ê Gulanê de heke berbijarek bi tena serê xwe ji sedî 50+1 ji rêjeya dengan negire, hilbijartin diçe gereke din ku di 28’ê Gulanê de pêk tê.

ED_08_05_2023_Ibrahim_Uslu_Hilb
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:28 0:00
XS
SM
MD
LG