Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dayika Denîz Poyraz Dibêje Kurd Wê di Hilbijartinê de Serketî Bin


Dayika Denîz Poyraz Feyma Poyraz, li Enqerê beşdarî civîna jinan bû. Poyraz hem li ser hilbijartinê û hem jî li ser doza keça xwe hestên xwe ji Dengê Amerîka parve kirin.

“Hêvîya min ew e ku ev hilbijartin bibe serketina gelê Kurd.”

Xebatkar û endamê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Denîz Poyraz, di 17’ê Hezîranêa 2021’an de bi êrîşeke çekdarî li avahîya HDP’ê ya Îzmîrê ji alîyê Onur Gencer hatibû kuştin.

Doza Denîz Poyraz li Îzmîrê tê dîtin, lê tevî ku nêzî du sal li ser bûyerê borîye, heta niha pêşveçûneke berbiçav pêk nehatîye.

Feyma Poyraz bi bîr xist ku di darizandina herî dawî de destûr nehatibû dayîn ku ew û parêzerên wan beşdarî dadgehê bibin.

“Mehkeme alîgirîya kujer dike û bi sextekarîyan didome. Ne heq didin me û ne jî hiqûqê. Herî dawî jî destûr nedan ne em ne jî parêzer û parlamenterên me beşdarî mehkemê bibin. Polîsan kesên ku dixwest beşdarî dadgehê bin, bi reşandina gazên îsotê belav kirin.”

Malbata Poyraz piştî kuştina zaroka wan ew wek şehîda Kurdistanê bi nav kiribû.

“Keça min li Îzmîrê nav partîyê de hate şehîd kirin. Ew şehîda Kurdistanê ye. Min di wê demê de jî gotibû ezê li du keça xwe negirîm. Min soza xwe jî anî cî. Ez jî êdî dayîkeke şehîd im û bi vê yekê serbilind im. Keça min jî kete nav karwana şehîdan.”

Feyma Poyraz demeke dirêj e ku di nav sîyaseta Kurdan de xebatên xwe didomîne û ew herî dawî jî li Enqerê di ragihandina “Danasîna Hilbijartinê ya Hilbijartinên Serokamarîyê û parlamento ya 2023’yan” amade bû.

“Hemû armanca gelê Kurd serketin e. Bawerîya min jî ew e ku emê di vê hilbijartinê de encameke baş bigirin. Hêvî dikim ev hilbijartin bibe sedama serketina gelê Kurd.”

ED_04_07_2023_Dayika_Deniz_Poyraz
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00

XS
SM
MD
LG