Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Tirkiyê Çereserkirina Kêşeya Xwe li Parlemanê Pêkan Dibînin


Li Tirkîyê hemû partî û îtifaqên sîyasî giranîya xwe dane ser hilbijartinê. Her yek li qada propagandayê jibo ku dengan zêdetir bigrin wedên xwe yek bi yek dîyar dikin.

Di nav van wedan de çavên Kurdan jî bêtir li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd derdikeve pêş. Kurd di vî alî de her ki vê meselê çareser bike bêtir xwe nîzîkî wêderê dibînin.

Di nav du îtifaqên sereke de Hevpeymanîya Komarî angaş dike ku pirsgirêka Kurd li Tirkîyê êdî çareser bûye û nemaye.

Lê berendamê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netewe Kemal Kiliçdaroglu pirsgirêka Kurd dipejirîne û dadide xuyakirin ku ewê di meclîsê de çareser bikin.

Gelo ev gotinên Kiliçdaroglu li ser Kurdan bandoreke çawa vedide?

Di vî warî de HDP’ê jibo ku piştgirî bide Kiliçdaroglu namzêdê serokomarîyê dîyar nekir.

Bêyî HDP’ê partîyên Kurdistanî jî daxûyanîyê Kiliçdaroglu biendaze temaşe bikin jî lê erênî dibînin.

Serokê Giştî yê Partîya Însan û Azadîyê (PÎA) Mehmet Kamaç ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku çereserkirina pirsgirêka Kurd hêsan e. Kamaç dibêje heke dilsozîyek hebe her tişt wê gavê tê edilandin:

“Çereserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê bi demokrasî û dilsozîyê pêkane. Hek kesên demokrat û aşitîxwaz dengê xwe bilind bikin û li vê meselê xwedî derkevin ev mesele jî bi xwe bi xwe çareser dibe.”

Kemal Kiliçdaroglu di serdana HDP’ê de gotibû ku mesela Kurd di parlementoyê de ewê çareser bikin. Mehmet Kamaç, ev gotinên Kiliçdaroglu jî wiha rave dike:

“Serdana Kiliçdaroglu ya HDP’ê ez erênî dibînim. Pêwîstîya civatê êdî bi çareserîyê heye, bi nefeseke nû heye û lazime ku ev desthilatî biçe. Pirsgirêka Kurd li Tirkîyê bingeha hemû qeyranan e û tevahîya krîzên Tirkîyê jî bi vî ve girêdayî ne.”

Serokê Giştî yê Partîya Demokrata Kurdistan ya Tirkîyê (T-KDP) Mehmet Emîn Kardaş jî ji Dengê Amerîkayêre ragihand ku navnîşana çareserîya kêşa Kurd meclîs e:

“Di rojên borî de Kemal Kiliçdaroglu di serdana HDP’ê de navnîşana çareserîyê parlemento nîşan da. Bi ya min ev tiştekî rast e. Jibo ku hemû pirsgirêk li parlementoyê çareser dibin. Bawerîya min jî ewe ku cîyê çareserîyê parlementoyê.”

Nevîyê Şêx Saîd Sîyasetmedar Dîyadin Firat, gava dîrokê li ber çavan re derbas dike, li nîşandayîna parlementoyê jî bi guman dinêre. Di vî warî de ew hestê xwe ji Dengê Amerîkayê re wiha vedibêje:

“Li Tirkîyê sîyaset ana bûye du beş û wek bi Girêya Gordîyon bi hev ve hatîye girêdan. Lazime ku Îskenderek derkeve û vê girêyê ji hev veke. Her çi qas di çareserkirina pirsgirêka Kurd de meclîs vere dîyarkirin jî lê ez di vî warî de bi guman im. Lê di sîyasetê de bi guman bûn jî tiştekî zêde baş nîne.”

ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

ED_08_04_2023_Nêrîn_Kurd.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:35 0:00

XS
SM
MD
LG