Di Xwepêşandanên Seranser Sûrîyê de 34 Kuştî Hene

  • -

Ev wêneya ku ji YouTube hatiye girtin, li 28ê Gulanê nîşan dide ku zilamekî Sûrî wêneya Hamza El Katîb yê 13 salî bilind dike.

Rêxistinên mafê mirovan li Sûrîyê dibêjin, hêzên ewlekarîyê teqe li girseyeke mezin ya xwenîşanderên dijî hikûmetê kir û bi kêmî ve 34 kes li bajarê Hamayê kuştin.

Bizavkar dibêjin, bûyer di demeke de qewimî, piştî ku bi hezaran xwepêşander paş nimêja Înîyê rijîyan kuçe û kolanan.

Xwepêşandanên dijî hikûmetê, îro paytaxt Şam jî nav de, li seranser Sûrîyê berdewam dikin, piştî ku grubên opozîsyonê banga şermezarkirina kuştina zarokên kirîbûn.

Ajansa Reuters jî ragihand, hêzên Sûrî li bajarê Der El Zor ya rojhilatê gule barandin ser xwenîşanderan ku tevî fermana hikûmetê xwepêşandanên xwe didomînin.

Bizavkarên mafê mirovan dibêjin, bi kêmî ve 25 zarok di tundî û tûjîyan de, ji alîyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin.

Di nav qûrbanîyan de zaroyekî 13 salî hebû ku bizavkar dibêjin ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatiye êşkence kirin û kuştin.

Karbidestên Sûrî dibêjin, wan Hamza el Katîb nekuştiye lê grubên çekdar yên nedîyar ew zarok kuştîye.

Li alîyê din, rikeberên Sûrî ji jibo kombûneke du rojî li Tirkîyê kom bûn û bang li Beşar Esed kir ku desthilatê berde. Rêberên opozîsyonê dibêjin, ew pêgîr in ku hemî tiştên pêdivî bikin, heta ku rejîma Esed hilweşe û dawî li rêvebirîya zordar were.

Rêxistinên mafê mirovan dibêjin, ji destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 1000 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin.

Beravanên mafê her wiha mirovan dibêjin, zêdeyî 10.000 kesên din jî, bi lêdan û êşkenceyê hatine binçav kirin.