Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Kuştîyan li Bakurêrojava Sûrîyê Geheşte 35 Kesan


Hejmara Kuştîyan li Bakurêrojava Sûrîyê Geheşte 35 Kesan
Hejmara Kuştîyan li Bakurêrojava Sûrîyê Geheşte 35 Kesan

Rêxistinên mafê mirovan li Sûrîyê dibêjin, di eciqandin û tepeserkirina hikûmetê ya nav 2 rojên dawî de, hejmara kuştîyan geheşte 35 kesan.

Pevçûnên tund û tûj ku roja Şemîyê destpê kirîbûn, Yekşemê jî berwedam kirin, piştî ku bi hezaran xwenîşander di merasîma qûrbanîyan de derketibûn kolanan.

Tê ragihandin, di nav kuştîyan de 6 hezên ewlekarî yên Sûrî jî hene ku di operasyonên li Cisr El Şughur û Xan Şêxhun de hatine kuştin.

Rûniştvan û bizavkar dibêjin, artêşa Sûrîyê do Yekşemê ji bajarê Hama û ji gundên başûr vekeşîyan lê rewşa heyî li van deveran hîn jî girj û aloz e.

Berevankarên mafê mirovan dibêjin, bi kêmî ve 65 kes roja Înîyê hatine kuştin ku piranîya wan jî bajarê Hamayê ne.

Dîdevan dibêjin, hêzên ewlekarîyê jibo ji hev belavkirina deh hezaran xwenîşanderan, guleyên rastîn bikar anîn ku ku piştî nimêja Înîyê derketibûn kolanên bajarê Hama’yê û karvekêşana Beşar Esed xwestîbûn.

Rêxistinên mafê mirovan dibêjin, ji destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 1000 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin.

Beravanên mafê her wiha mirovan dibêjin, zêdeyî 10.000 kesên din jî, bi lêdan û êşkenceyê hatine binçav kirin.

Ji alîyekî din ve, endamên opozîsyona Sûrî do li Brukselê kom bûn û daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku giwaştinên li ser birêz Eed zêde bike.

Rêberên rikeber her wiha dibêjin, ew karê xwe didomînin ku li jimareke dadgehên Amerîkî, Ewrupî û li Dadgeha Tawanên ya Navnetewî, li hember hikûmeta Sûrî dozan vekin.

XS
SM
MD
LG