Hêzên Sûrî îro Pêncşemê bajarokê Rastan yê rojava topbaran dikin, di hewla berdewam ya eciqandina tevgera demokrasîxwaz de.
Dîdevan dibêjin, jimareke avahîyên bajarê kevnarê hatine rûxandin.
Roja Çarşemê jî rêxistinên mafê mirovan ragihandibûn ku hejmara kuştîyan li wê deverê herî kêm 41 kes bû, du ji wan qîzên genc bûn.
Êrîşên hikûmetê li bajarokên dora Himusê zêde bûne. Piranîya kuştinan li nav çend rojên borî, li bajarê Rastanê yê kavnarê pêk hatine, ku dîroka wê digeheje Împaratorîya Romayîyan.
Rêxistinên mafê mirovan dibêjin, ji destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 1000 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin û kêmî ve 25 ji wan zarok in. Beravanên mafê mirovan dibêjin, zêdeyî 10.000 kesên din jî, bi lêdan û êşkenceyê hatine binçav kirin.
Agahdarîyên dîdevanan û yên fermî bi hêsanî nayêne piştrast kirin, jiber ku hikûmetê hemî rojnamevanên bîyanî dersînor kirin, piştî destpêbûna serhildanên dijî rejîmê.