Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûrîyê 15 Sîvîl Hatine Kuştin


Xwenîşanderên Sûrî li ber Qesra Buckingham piştgirî ji Serokê Amerîkî Barack Obama dixwazin. London, Sêşem, Gulan, 24, 2011
Xwenîşanderên Sûrî li ber Qesra Buckingham piştgirî ji Serokê Amerîkî Barack Obama dixwazin. London, Sêşem, Gulan, 24, 2011

Bizavkarên mafê mirovan dibêjin, bi kêmî 15 kesên sivîl ji roja Yekşemê vir ve, ji alîyê hêzên hikûmeta Sûrî ve hatin kuştin û bi dehan kesên din jî hatine birîndar kirin.

Xwenîşanderan di demeke de hatine kuştin ku hêzên hikûmeta Sûrî bi piştevanîya tankan roja Duşemê jî êrîşên xwe yên li ser bajarokên Tablîseh, Rastan û taxên din domand.

Rêxistinên mafê mirovan ragihandin, 3 sîvîl do Duşemê li Tablîseh hatine kuştin. Li sêyemîn bajarê herî mezin Himusê jî termên 2 kesan hatine dîtin, ku tê bawer kirin ji alîyê hêzên ewlekarî yên Sûrî ve hatine kuştin.

Ajansa Associated Press ragihand ku rûniştîyên Talbîseh û Rastan tivingên otomatîk û narîncokên destî (RPG) kar anîn da ku rê li ber hêzên hikûmetê bigirin. Associated Press ji zarê bizavkarekî ragihand ku gotiye, berxwedana çekdarî ne tiştekî plankirî bû lê xwepêşander xwe diparastin.

Agahdarîyên dîdevanan û yên fermî bi hêsanî nayêne piştrast kirin, jiber ku hikûmetê hemî rojnamevanên bîyanî dersînor kirin, piştî destpêbûna serhildanên dijî rejîmê.

Bizavkarên hevrik yên Sûrî, ji meha Adarê ya destpêbûna serhildanan vir ve xwepêşandanan pêk tînin, jibo reformên demokratîk û karvekêşana Beşar Esed.

Rêxistinên mafê mirovan dibêjin, ji destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 1000 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin û zêdeyî 10.000 kesên din jî, bi lêdan û êşkenceyê hatine binçav kirin.

XS
SM
MD
LG