Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Sûrîyê Lêxweşbûna Giştî Dide Hevrikên Xwe


Xwenîşanderên Sûrî li ber Qesra Buckingham piştgirî ji Serokê Amerîkî Barack Obama dixwazin. London, Sêşem, Gulan, 24, 2011
Xwenîşanderên Sûrî li ber Qesra Buckingham piştgirî ji Serokê Amerîkî Barack Obama dixwazin. London, Sêşem, Gulan, 24, 2011

Televîzyona dewletê ya Sûrî ragihand, Serok Beşar El Esed ji hevrikên hikûmetê re lêxweşbûneke giştî pêşkêş dike, lê hûrgilîyên wê eşkere nekir.

Li gorî pêşnîyara birêz Esed, ku rûberî xwepêşandanên berdewam e, Birayên Misilmanan ya qedexekirî jî nav de, endamên partîyên sîyasî yên curbicur têne efû kirin.

Biryara efûya giştî di demekê de tê ku bizavkar dibêjin, artêşa Sûrî bi çekên giran û topan êrîşên xwe yên dijî hevrikan didomîne, li bajarên navenda welêt.

Xem û fikar hene ku bi êrîşên berdewam yên li ser bajarê Rastan, hejmara kuştîyan jî zêde be.

Bizavkarên mafê mirovan yên Sûrî dibêjin, bi kêmî 15 kesên sivîl ji roja Yekşemê vir ve, ji alîyê hêzên hikûmeta Sûrî ve hatin kuştin û bi dehan kesên din jî hatine birîndar kirin.

Hêzên hikûmetê operasyonên xwe yên li ser bajarokên Rastan, Talbiseh û Teir Maaleh, bi desteka helîkopter, tank û topan didomînin.

Rêxistinên mafê mirovan dibêjin, ji destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 1000 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin û zêdeyî 10.000 kesên din jî, bi lêdan û êşkenceyê hatine binçav kirin.

XS
SM
MD
LG