Hejmara Kuştîyan li Sûrîyê Zêde Dibe

  • -

Xwenîşanderên Sûrî li ber Qesra Buckingham piştgirî ji Serokê Amerîkî Barack Obama dixwazin. London, Sêşem, Gulan, 24, 2011

Bizavkarên Sûrî dibêjin, bi kêmî ve 15 kes îro Pencşemê li bajarokê Rastan hatine kuştin, piştî ku hêzên Sûrî ev bajarok topbaran kir.

Dîdevan her wiha dibêjin, jimareke avahîyên bajarê kevnar hatine rûxandin di hewla berdewam ya eciqandina tevgera demokrasîxwaz de.

Roja Çarşemê jî rêxistinên mafê mirovan ragihandibûn ku hejmara kuştîyan li wê deverê herî kêm 41 kes bû, du ji wan qîzên genc bûn.

Êrîşên hikûmetê li bajarokên dora Himusê zêde bûne. Piranîya kuştinan li nav çend rojên borî, li bajarê Rastanê ya kavnar pêk hatine, ku dîroka wê digeheje Împaratorîya Romayîyan.

Rêberên opozîsyonê dibêjin, xwepêşandanên sibêde dê jibo bîranîna qûrbanîyên zarok werine kirin, ku di serhildanê de hatine kuştin.

Rêxistinên mafê mirovan dibêjin, ji destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 1000 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin û kêmî ve 25 ji wan zarok in. Beravanên mafê mirovan dibêjin, zêdeyî 10.000 kesên din jî, bi lêdan û êşkenceyê hatine binçav kirin.