Ajansa AFP roja Şemiyê li gor çavkaniyeke partiya nêzî Kurdan ragihand ku şanda Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Şemiyê serdana rêberê girtî yê PKK'ê Abdullah Ocalan bike, yê ku li girava Îmralî girtîye.
Çavkaniya DEM Partî ji AFP'ê re got ku, "Şand danê sibê çûye," bê ku agahiyên zêdetir bide ji ber sedemên ewlekariyê.
Ev serdan dê bibe ya yekem a partiyê piştî 10 salan.
Şanda partiya HDP'ê ya ku berî DEM Partî bû herî dawî di Nîsana 2015’an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.
Roja Înê, hikûmetê daxwaza DEM Partiyê ya ji bo serdana Ocalan pejirand, Abdullah Ocalan yê ku nêzîkî 50 sal berê Partiya Karkerên Kurdistanê PKK damezrand û ji sala 1999’an ve di hucreya yek kesî de dimîne.
Çavkaniya DEM Partî ji AFP re gîtiye, şanda DEM Paretiyê ji du parlamenteran; Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan pêk tê. Li bendê ne ku ew piştî serdanê daxuyaniyekê bidin.
Ocalan 25 sal berê di operasyoneke bi şêwazê Hollywoodê de ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve li Kenyayê hat girtinş û ew anîn Tirkiyê, cezayê îdamê li Ocalan hat birîn.
Di sala 2004'an de dema ku Tirkiyê cezayê darvekirinê ji holê rakir, ew ji Îdamê rizgar bû, lê heta niha salên xwe yên mayî di hucreya tecrîdê ya li girava Îmraliyê ya li başûrê Stenbolê de derbas dike.
Ev serdan roja Şemiyê pêkaht piştî ku Devlet Bahçelî hevalbendê neteweparêz yê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bang li Ocalan kirbû ku ji bo dev ji "terorê" berde, û ji bo hilweşandina koma şervanan were parlamentoyê, bi koma DEM Partî re biaxife.
Bahçelî ku serokatiya partiya neteweperest MHPê dike, bi tundî dijminatiya PKKê dike.
Serokomar Erdogan jî ev bangewaziya bêhempa ya Bahçelî wekî "Fersendeka dîrokî" bi nav kir û piştgirî da banga Bahçelî.
Jêder: AFP