Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Derbarê Serlêdana DEM Partî ya jibo Hevdîtina bi Ocalan re Axifî


Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç derbarê serlêdana Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ya jibo hevdîtina bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re axifî.

Tunç dîyar kir ku serlêdana DEM Partî ya jibo hevdîtina bi Ocalan re hefteya borî gihîştiye ber destê wan.

Wî got ku danûstandinên derbarê serlêdana DEM Partî didomin û dîyar kir ku ewê di demeke maqûl de bersîvekê bidin.

Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî 26’ê Mijdarê di komcivîna partîya xwe de gotibû ku ew li bendê ne ku Ocalan û DEM Partî hevdîtineke rûbirû bikin.

Piştî banga Bahçelî, Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan di komcivîna partîya xwe de gotibû ku ew dixwazin ser peyvajoyê bi Ocalan re bicivin.

Bakirhan dîyar kiribû ku ewê bi hevseroka partîyê Tulay Hatîmogullari re here Girtîgeha Îmrali ku Ocalan 1999’an vir ve têde ye.

DEM Partî piştî komcivînê jibo hevdîtinê serî li Wezaretê Dadê dabû.

XS
SM
MD
LG