Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dogan: Wezareta Dadê Derbarê Hevdîtina bi Ocalan re li Me Venegerîye


Berdevka Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan got ku ser hevdîtina bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re hîn ti bersîv nedane wan.

Dogan di bernameya Bagdat Cafe de dîyar kir ku nûçeyên radigihînin ku kesên wê hevdîtinê bikin eşkere bûne ne rast in.

‘’Tê gotin ku hin nav hatine pejirandin, lê ev ne rast e. Ez dixwazim bi bîr bixînim ku Wezareta Dadê hîn li me venegerîye.’’

Wê dîyar kir ku parlamanter dikarin serdana kesên li girtîgehan bikin û got ku divê jibo Girtîgeha Îmrali ya Ocalan têde jî qanûn di merîyetê de bin.

Dogan got ku nûçeyên ser hevdîtinê derdikevin spekulatîf û manîpulatif in.

Piştî bangên Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî, ku gotibû ku divê Ocalan di komcivîna DEM Partî de dawî li PKK’ê bîne, birazîyê wî Omer Ocalan bi wî re hevdîtinek kiribû.

Omer Ocalan gotibû ku apê wî gotiye ku ew dikare peyvajoya pevçûnan bibe ser zemîna hiqûq û danûstandinan.

Jêder: Artigerçek

XS
SM
MD
LG