Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan bang li Wezareta Dadê kir ku rêka hevdîtina bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re veke.
Bakirhan îro Sêşemê piştî komcivîna partîya xwe li ser pirsên rojnamvanan got ku wan jibo hevdîtina bi Ocalan re, ku ji 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê ye, serlêdan kiriye, lê hîn ti bersîv nehatiye dayîn.
‘’Wezîrê Dadê her carê tiştekî dibêje. Gotibû ku ew li benda danûstandinên budçeyê ne. Divê êdî demûdest êglekirinê berdin û rêka danûstandinan vekin.’’
Li ser pirsa derbarê çêbûna peyvajoyeke nû ya aştîyê, Bakirhan got DEM Partî ‘’ji dil û can’’ dixwaze ku danûstandin wan bibin ser zemîna peyvajoyeke nû.
Bakirhan got ger samîmîyet çêbe ewê peyvajo jî çêbe.
Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî 22’yê Cotmehê bang li Ocalan kiribû di komcivîna DEM Partî de banga pûçkirina PKK’ê bike û gotibû ku ew dikare mafê hêvîdarbûnê bixebitîne.
Bahçelî piştre 26’ê Mijdarê gotibû ew dixwazin ku DEM Partî û Ocalan demûdest hevdîtinekê çêkin.
Hevserokên DEM Partî di heman rojê de serî li Wezaretê Dadê dabûn ku jibo hevdîtina bi Ocalan re destûrê bide.
Jêder: Artı Gerçek, NTV