Hevserokên Giştî yên Partîya Wekhevî û Demokratîk ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari berî hefteyekê serî li Wezareta Dadê ya Tirkîyê dan ku bi rêberê PKK Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Li ser vê serdanê, Bakirhan ragihand ku heta niha ji wan re erênî an jî neyînî ti bersivek nehatîye dayîn. Lê hin şîrovekarên nêzî hikûmetê dibêjin dibe ku di nav vê hefteyê de hevdîtinek were kirin.
Bala gel jî li ser vê serdanê ye, lê di nav gel de ev yek jî tê pirsîn, “Ev hevdîtin wê bibe an na? Heke bibe wê çi biguhêre?”
Serokê Lêkolîna Rawest Roj Esîr Gîrasun ji Dengê Amerîka re hem wateya vê serdanê û hem jî di rojên dahatû de pêşketinê gengaz nirxand.
“Heta niha axaftinên ku hatin kirin, tenê wekî îradeya xestinê hate dîtin. Lê her wiha, îro ev xestinên Dewlet Bahçelî dîyar dibe ku cîdî û stratejîya sîyasî ye. DEM Partî jî bi vê serdanê dîyar kir ku jibo dîyalogê ew amade ye û îradeyek cidî anî pêş. Ev qada nû bi taybetî di meseleya Kurd de û sîyaseta Tirk de gelek girîng e.”
Ev hevdîtin gava bibe, gelo pêkan e ku tiştekî nû biqewime, an jî ew vîn heye ku pirsgirêka Kurd were çereserkirin? Gîrasun bersîva vê pirsê dide.
“Abdullah Ocalan di mesela Kurd de xwedî tecrûbeyeke ye, ku di rawestandina çek de aktorekî herî girîng e. Ew dikare li ser vê yekê bandora xwe dîyar bike. A girîng ew e ku di deme hevdîtinê de şandeya ku wê bi Ocalan re hevdîtin çêke pir girîng e. Di pêvajoya çareserîyê de tenê hikûmet hebû lê niha ev wek projeya dewletê dîyar dibe. Bi ya min di çareserkirina meseleya Kurd de ev wek gaveke girîng derdikeve pêş.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan jî di axaftineke xwe de got ku jibo wan ne kêşe ye kî bi Ocalan re hevdîtinê çêke û girîng ew e ku pêkanîna hevdîtinê û peyamnên Ocalan in.
Serokê Giştî yê MHP’ê Dewlet Bahçelî di dawî axaftina xwe ya meclîsê de ragihandibû ku pêdivîye ev hevdîtin dereng nekeve. Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî piştgirî dabû gotinên Bahçelî û rexne li PKK û DEM Partî kiribû û gotibû, “Pêwîste ev zîhnîyet biguhere, lê wêneya pêşberî me rê nade ku em zêde bi hêvî bin.”
Zanyarê sîyasî Burak Bîlgehan Ozpek, ev fikarên Erdogan û daxûyanîyên Bahçelî ji Dengê Amerîka re şîrove kir.
“Xuyaye ku hikûmet naxwaze di derbarê pêvajoyê de însîyatîfeke zelal bike. Em dibînin ku Erdogan bi qasî Bahçelî ne bi coş e ku ev hevdîtin bi Ocalan re were çêkirin. Tevî vê yekê jî di nava Hevpeymanîya Gel de ti rûbirûbûn û pevçûneke vekirî tuneye. Jiber ku her du alî girêdayî hev in û niha nikarin lêçûna cudabûnê bidin. Di encamê de ev gotinên Bahçelî ji alîyê hikûmetê ve nayên destek kirin. Ez difikirim ku Erdogan dê xeta Bahçelî negire.”
Hêjayî dîyarkirinê ye ku li ser vê serdan û hevdîtina bi Ocalan re Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç jî ragihand ku ew vê serdanê dinirxînin û ewê di demeke maqûl de bersîvekê bidin.