Sîyasetvan Leyla Zana îro Pêncşemê ser peyvajoya nû ya li Tirkîyê, ku bi banga Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî ya jibo Abdullah Ocalan re xurt bû, ji X’ê daxuyanîyeke nivîskî weşand.
Bahçelî roja Sêşemê di komcivîna partîya xwe de gotibû ku ew dixwazin ku Ocalan di komcivîna Partîya Wekhevî û Demokrasî (DEM Partî) de dawî li terorê bîne û banga pûçkirina Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) bîne.
Piştî banga Bahçelî, parlamanterê DEM Partî Omer Ocalan do Çarşemê li Girtîgeha Îmraliyê serdana Ocalan kir.
Zana di daxuyanîyê de dîyar kir ku bi danûstandinên dawî re jibo kesên ji şer û pevçûnan gazincan dikin çirûskên hêvîyê çêbûne.
"Em, tî û birçîyên aştîyê ne, emê bê erê û bê na bi wan kesan re bin ku wan rûdanên dawî hewil didin ku li ser zemîneke sîyasî veguherînin çareserîyeke demokratîk çêkin."
Wê got ku ew dizanin ku mesele giran û dîrokî ye û ew hemî jibo qedandina şer bi berpirîsyeke dîrokî û cidî re rûbirû mane.
Zana dîyar kir ku ew hêvî dike ku tovên aştîyê bi ber û bereket bin û siberojên wan azad bin.
Leyla Zana, ku wek yek ji sembola tevgerên Kurdên Tirkîyê tê dîtin, sala 1994’an jiber "endamtîya rêxistina ne qanûnî" 15 sal cezaya girtîgehê sitand.
Ew sala 2004’an hat berdan û sala 2011’an ji Amedê jinûve bû parlamanter.
Piştî dawî li qedexeya wê ya sîyasî hat bû endama Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP).
Jiber neçûna parlamana parlamenterîya wê sala 2018’an hat pûç kirin.
Jêder: X