Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Konferansa Zimanê Kurdî li Amerîka


Mevanên konferansê li axaftina zimanzanê navdar Michael Chyet guhdarî dikin.
Mevanên konferansê li axaftina zimanzanê navdar Michael Chyet guhdarî dikin.

Yekemîn konferansa zimanê Kurdî ya li Amerîkaya Bakur di 5ê meha 11, Mijdarê de li Zanîngeha California ya Los Angeles (UCLA) hate kirin.

Konferans ji alîyê Komeleya Perwerdehî ya Kurdên Amerîkî (Kurdish American Education Society) bi piştgirîya Navenda Xebatên Rojhilata Navîn li Zanîngeha California ya Los Angeles (UCLA) hate lidar xistin.

Di konferansê de gelek nivîskar, lêkolêr û akademîsyenên wek Haşîm Ahmedîzadeh, rêvebirê Navenda Lêkolênen Kurdî ya li Zanîngeha Ekseterê ye Brîtanya, Cafer Şêxulîslamî, mamostayê zimanzanîyê li Zanîngeha Carltonê ya Ottawa, Keneda, Christian Sinclair, rêvebirê alîkar yê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn li Zanîngeha Arîzonayê, Yonar Sabar ji Navenda Lêkolînên Rojhilata Nêzîk ya Zanîngeha California, Los Angeles, pisporê etnomuzîkolojî Robert Reigle, pispora antropolojîya zimanzanî û du-zimanîbûnê Alexandra Jaffe ji Zanîngeha Californiyayê ya Dewletê, pisporê civak-zimanzanîyê ye Engin Opengin ji Zanîngeha Parîsê, nivîskar Reşîd Qaradaxî û gelek tevlîbûyên Kurd û Amerîkî amade bûn û gotarên xwe pêşkêş kirin.

Jibo tevahîya pişikdarên konferansê hun dikanin li vê navnîşanê binêrin: www.kaes.us/Conference_Program_Schedule.pdf

Kurdologê Amerîkî yê navdar û xwedîyê Ferhenga Kurdî û Îngîlîzî Michael Chyet û nivîskar û lêkolînêrê Kurd yê bi nav û deng Emîr Hesenpur jî bi rîya Skype’ê beştarî li konfransê kir û gotarên xwe raberî mêvanan kirin.

Di konferansê de gelek babetên cihê yên wek rewşa zimanê Kurdî di warên cuda yên civakî, sîyasî, çandî û dîrokî de, bandora zimanê Kurdî li ser zimanên cîran, standard kirina ziman û kêşeyên wî, pergala nivîsinê, karanîna Kurdî di cureyên wêjeyê da, ziman û muzîk û medya û hwd. hatine gotûbêj kirin.

Piranîya tevlîbûyên konferansê hevbîr bûn ku ev konferans pêngaveke girîng bû, di pêşvebirina lêkolîn û xebatên li ser zimanê Kurdî de. Hêvîya hevbeş ev bû ku derdorên akadamîk yên li Amerîka pirtir bibin xwedîyê agahdarî û pêzanînan li ser ziman û wêjeya Kurdî û di demeke nêzîk de beşên Kurdolojî di zanîngehên wî welatî de werine vekirin. Her wiha, daxwaz ji amadakarên konferansê hate kirin ku li şûna tenê 1 roj, konferansên paşerojê di bêtir rojan de were pêk anîn.

Di konferansê de nîgarkêşê Kurd Serdar Zuhdî jî wêne û tabloyên xwe pêşkêşî mevanên konferansê kirin.

Her wiha, karsazê Kurd Burhan Efrînî jî jibo mevanan xwarin û vexwarin peyda kir û piştgirîya organîzatorên konferansê kir.

Wekî gotineke dawî, meriv dikane bêje ku tevî ku hebûna kêmahîyan, konferans yekê ya zimanê Kurdî, serkeftineke bû hem jibo Kurdên li Amerîkayê hem jibo Komeleya Perwedehî ya Kurdên Amerîkî û hem jî bone xebat û lêkolînên li ser zimanê Kurdî.

XS
SM
MD
LG