Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Yekê ya Zimanê Kurdî li Los Angeles Destpê Kir


Konferansa Yekê ya Zimanê Kurdî li Los Angeles Destpê Kir
Konferansa Yekê ya Zimanê Kurdî li Los Angeles Destpê Kir

Konferansa yekê ya zimanê Kurdî li Amerîkaya Bakur îro li Zanîngeha California ya Los Angeles (UCLA) destpê kir. Di konferansê de heta niha zanyar Christian Sinclair ji Navenda Xebatên Rojhilata Navîn ji Zanîngeha Arîzonayê, mamosteyê xebatên ziman û zimanzanîyê ji Zanîngeha Carleton ya Ottowa, Kanada Cafer Şexulîslamî, pisporê civak-zimanzanîyê ye Engin Opengin ji Zanîngeha Parîs gorarên xwe pêşkêş kirin.

Niha jî axaftina pisporê zimanê Kurdî û romanên Kurdan Haşîm Ahmedzadeh ku ji Zanîngeha Ekseterê ya Îngîlterê hat, berdewam dike.

Konferans ji alîyê Komeleya Perwedehî ya Kurdên Amerîkî (Kurdish American Education Society) bi piştgirîya Navenda Xebatên Rojhilata Navîn li Zanîngeha California ya Los Angeles (UCLA) tê lidar xistin.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka jî vê konferansê ji nêzîk ve dişopîne û hevkarê me Robîn Reşvan jî, li vê gavê li bajarê Los Angelesê ye.

XS
SM
MD
LG