Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Christian Sinclair û Pirsa Kurdî li Tirkîye


Profesor Sinclair li derheqa pirsa Kurdî li Tirkîye dipeyîve
Profesor Sinclair li derheqa pirsa Kurdî li Tirkîye dipeyîve

Guhdarên û xwendevanên hêja,

Me berî çend rojan hevpeyvînek ligel mamosteyê Zanîngeha Arizona û pisporê kar û barên Kurdî Christian Sinclair kir. Birêz Sinclair, ku di heman demê de Alîkarê Rêvebirê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn ya Zanîngeha Arîzona ye, wiha bersîva pirsên me dide.

Me li wî pirsî, wekî pisporekî pirsa Kurdî, tu sîyaseta dewleta Tirk ya vê gavê ku li hemberî Kurdan rêve dibe çawa dibînî?

Profesor Sinclair wiha bersîv dide:

Guherîneke girîng di sîyaseta Tirkîyê çêbû ku dewlet ji înkar kirina Kurdan geheşte vê qonaxê ku edî pênasînê bi nasname û zimanê Kurdî dike. Vê gave televîzyoneke Kurdî heye ku bi 24 demjimêran weşana xwe didomîne.

Kengê hikûmeta Tirkîye derfetên karanîna zimanê Kurdî pêşkêş dike, bi dîtina min ew tiştekî erênî ye. Gava di warê civakî de pirtir derfet û delîve hebin ku zimanê Kurdî zêdetir were axaftin, bê guman Kurd û zimanê Kurdî jî ji wê yekê berjewendî dibînin.

Me li Profesor Sinclair pirseke din kur ku ew jî dîtin û têbînîyên wî yen li TRT 6 a Kurdî ye?

Li gorî çavdêrîya min, kêşeya herî mezin ev e ku, gelek kes di vê bawerîyê da ne ku tevî ku pergala weşana TRT 6 Kurdî be jî, mesajên ku têne dayîn ne Kurdî ne. Hem TRT (Sazîya Radyo û Televîzyona Fermî ya Tirkîyê), hem jî Sazîya Bilind ya Radyo û Televîzyonê (RTUK) rê nadin ku peyamên Kurdewar bigehijine bînêran. Ew, hemî mesajên ku têne dayîn di bin kontrola xwe de dihêlin û bi dîtina min problema mezin jî ev e. Jiber wê yekê, gelek Kurd bernameyên TRT 6ê temaşe nakin.

Di hemen demê de, TRT 6 bernameyên derheqa Ahmedê Xanî, Mistefa Barzanî, Cegerxwîn û kesîtîyên netewî yên Kurdî pêşkêş dike

Erê rast e, her çiqas min bi xwe temaşe nekirîbe jî, bernameyên wî rengî yên ciwan jî tenê çêkirin. Lê, bi awayekî giştî li TRT 6 û naveroka wê binêrî, piranîya Kurdan dibêjin ev televîzyon nûnertîya rastîn ya çand û zimanê Kurdî nake. Çimkî dorteng kirinên li ser zimanê Kurdî hîn jî karîger in, hem bi qanûnên hikûmetê û hem jî bi qanûnên weşangerîyê. Loma jî ew rê nadin peyamên Kurdî ku ji televîzyonê derbaz bin û bigejine temaşevanan.

Wekî beşekî karê me yê rojane, em bi gelek sîyasetvan, rewşenbîr û bizavkaran re hevpeyvînan dikin û yên ku piştgirîya TRT 6 dikin dibêjin, vebûna TRT 6 têkçûna îdeolojîya fermî ya dewleta tirk e, ku salên dûr û dirêj pênasînê bi hebûna zimanê Kurdî nedikir.

Erê, ez bi temamî hevbîrê vê yekê me. Wan pênasînê bi zimanê Kurdî kirîye lê ew hîn jî mesajên TRT 6'ê kontrol dikin. Di vê qonaxê de ku weşanên bi Kurdî didomin, êdî paşde çûyîn nabe. Rewş xirabtir nabe lê mecbûr e baştir be. Wekî mînak, binêre li Dîyarbekirê çi diqewime. Kurdên li doza KCK’ê daxwaza parastina bi Kurdî dikin û dixwazin.Tuyê di demên pêş de pirtir sîyasetvan û mirovên nav kolanan bibînî ku dê daxwaza tiştên heman rengî bikin û bêjin, bihêlin em wek Kurd bijîn. Wekî pêngaveke destpêkê, tiştekî erênî ye lê hîn jî gelek tişt hene ku werine cîh anîn.

Te gava dinî behsa doza sîyasetvanên Kurdî kir, ku bi navê doza KCK’ê tê nasîn. Çima hikûmeta tirk li alîyekî pêngavên mina TRT 6, beşên Kurdî li zanîngehen davêjê, li alîyê din jî dadgeh rê nade Kurdan ku bi Kurdî parastina xwe bikin?

Mirov dikane wê yekê bi kêşeyên heyî yên navbêra sîstema dadwerîyê û hikûmetê rave bike. Li alîyekî hikûmet hewilan dide ku jibo Kurdan bêtir delîve û derfetan biafrîne, lê li alîyê din jî sîstema dadwerîyê bi serê xwe tevdigere. Ne jibo parastina şexsan, lê jibo parastina dewletê bizavê dike. Doza ku li Dîyarbekir didome jî, di bin kontrola dadwerîyê de ye, ne ya hikûmetê.

Di dawîya hevpeyvîna me de me li birêz Christian Sinclair pirs kir ku ger ew Serokwezîr yan jî karbidestekî bilind yê Tirkîyê bûya, dê pirsa Kurdî çawa çareser bikira?

Profesor Sinclair li hember vê pirsê pir dikene û wiha bersîva me dide:

Heku ew derfet di destê min de hebûya, mine astengên li ber perwerdeya bi zimanê Kurdî û karanîna wî ya di ware sîyasete de bi tevahî rakirana. Birastî sedema gelek kêşe û arîşeyan dorteng û qedexe kirinên li ser zimanê Kurdî ye. Problem di vê yekê da ye, ku Kurd derfet nedît ku fikr û ramanên xwe bi zimanê xwe yên zikmakî îfade bike. Jiber vê yekê jî, eger desthilata min hebûya minê bi misoger kirina tevahîya mafên zimanî destpê bikira.



XS
SM
MD
LG