Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Yekê ya Zimanê Kurdî li Los Angeles Destpê Dike


Konferansa Yekê ya Zimanê Kurdî li Los Angeles Destpê Dike
Konferansa Yekê ya Zimanê Kurdî li Los Angeles Destpê Dike

Konferansa yekê ya zimanê Kurdî li Amerîkaya Bakur îro li Zanîngeha California ya Los Angeles (UCLA) destpê dike.

Konferans ji alîyê Komeleya Perwedehî ya Kurdên Amerîkî (Kurdish American Education Society) bi piştgirîya Navenda Xebatên Rojhilata Navîn li Zanîngeha California ya Los Angeles (UCLA) tê lidar xistin.

Di konferansê de gelek babetên cihê dê bêne gotûbêj kirin, Hinek ji wan mijaran ev in:

Rewşa zimanê Kurdî di warên cuda yên civakî, sîyasî, çandî, dîrokî, bandora zimanê Kurdî li ser zimanên cîran, standard kirina ziman û kêşeyên wî, pergala nivîsinê, karanîna Kurdî di cureyên wêjeyê da, ziman û muzîk û medya û hwd.

Di konferansê de jimareke peyîvdarên navdar wek pişikdarîyê bikin û gotarên xwe pêşkêş bikin. Hinek ji wan zanyar, zimanzan û lêkolêrên ev in

Profesorê Beşê Ziman û Çandên Rojhilata Nêzîk ji UCLA Yonar Sabar, zanyar Christian Sinclair ji Navenda Xebatên Rojhilata Navîn ji Zanîngeha Arîzonayê, pisporê etnomuzîkolojî Robert Reigle, pispora antropolojîya zimanzanîyê, du-zimanîbûn Alexandra Jaffe ji Zanîngeha Californiyayê ya Dewletê, mamosteyê xebatên ziman û zimanzanîyê ji Zanîngeha Carleton ya Ottowa, Kanada Cafer Şexulîslamî, pisporê civak-zimanzanîyê ye Engin Opengin ji Zanîngeha Parîs, pisporê zimanê Kurdî û romanên Kurdan Hasîm Ahmedzadeh ji Zanîngeha Ekseter.

Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka jî vê konferansê ji nêzîk ve dişopîne û hevkarê me Robîn Reşvan jî, ji Los Angelesê bi agahdarîyên zêdetir bi me re be.



XS
SM
MD
LG