Piştî erheja wêrankar ya ku serê sibeya 6ê Sibata 2023ê başûrê Tirkiyê û bakurê Sûriyê hejandî, û hetqa niha bûye sedema mirina zêdetirî 50 hezar kesî û derbiderbûna bi mîlyan kesan û 100 hezajran apartman û avahi wêrankirîn, bîra xelkê herêmê li erdhejên dîrokî anî yên ku dem bi dem dibin sedam mirin û wêrankariya li Tirkiyê.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî erdhejê got, "Erdheja ku îro danê sibê (Duşemê 6ê Sibatê, 2023) ku navenda wê Mereş bû pêk hatî, ji erdheja Erzincanê ya sala 1939an vir va felaketa herî mezin e ku me dîtîye."
Tirkiye li herêmeke ku li cîhanê yek ji herêmên herî zêde rastî erdhejan tê jiber ku ew navneda hêla sor û xeteke kûr ya erdhejê ye.
Profesorê Alîkar li Zîngeha Politeknîk û Pisporê Ceolojî û erdhejan birêz Dr. Jemal Doskî sedema pêkhatina zêde ya erdhejan li wê herêma Tirkiyê weha şirove dike "Ew erdheja serê sibeya 6ê Sibatê li Mereşê li (Kurdistana Tirkiyê) çêbûyî, ev erdheja herî bihêz bû ji salên 1950an heta niha, sedem jî vedigere hereketa tebeqên tektonî – Tectonic Plate, ku niha îraq û herêma Kurdistanê li ser lewheya yan jî tebeqa tektonîk ya ku dibêjnê tebeqa Erebî (ArabianPlate) ku her sal yek sentîmetir heta 3 sentîmetran ber bi bakûr ve hereke dike."
Dr. Jemal weha bîne ku tebeqa Ceolojî ya Erebî di dema hereketa ber bi bakur ve, bi bloka ceolojî ya bi navê "Anatolian Bloc" dikeve û wê pal dide, herwiha tebeqek din ya cûda ya ceolojî li bakurê boloka Anatoya heye bi navê "Eurasian Plate" li bakur, herwiha li başûr jî leweheya Ceolojî ya bi nave "African Plate" heye, ev hersê tebeqên Ceolojî dibin sedema paldana bloka Anatolya ew dibe sedema derketina erdhej û derzinîna çînên ceolojî yên erdê.
Dr. Jemal weha dibîne ku herêma Anatolya bawnderek an ku derzeke lawa ya çînên erdê heye, ew herêm xilûleye û hêzdî..hêdî li gor zemanî ew derz digihe hev, heta cêgîr dibe, bi hezaran paşerdhejên bişûk çê dibin.
Birêz Doskî dide zanîn ku piranî tebeqa Erebî di dema hereketa xwe de bi bloka Anatolya dikeve û wê ber bi rojava pal dide, ev jî sedeme ku hin pispor dibêjin Tirkiye heta 3 metreyan ber bi rojava ve hatiye paldan.
Pispor weha dibînin ku madem navenda Anatolya li ser hêla sor ya nexşeya cîhanê ya erhejan daye, ewê bi domdarî erhej li Tirkiyê biqewimin.
Ev jî çend mînakên erhejan li Tirkiyê ji sala 1939ê heta niha:
Li gorî saziyên hawaçûnê yên Tirkiyê û Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) di dawiya meha Mijdara borî de erdhejek bi pileya 6.1 li bakurê rojavayê Tirkiyê rû da û di encamê de nêzî 50 kes birîndar bûn û hin ziyanên sinordar çêbûn.
- Di Cotmeha 2020’an de li Îzmîrê erdhejeke bi lerza 7’an li derya Egeyê pêk hat û di encamê de 114 kes mirin û zêdeyî hezar kes jî birîndar bûn.
- Di Sibata 2020an de erdhejek bi lerza 5,7an li navçeyeke sînorî ya di navbera Tirkiye û Îranê de pêk hat û li gorî rayedarên her du welatan 4 jê zarok herî kêm 9 welatiyên Tirkiyê mirin û 51 Îranî jî birîndar bûn.
- Di Çileya 2020an de li herêma Elezîzê erdhejeke bi lerza 6,7an pêk hat û zêdeyî 40 kes mirin.
- Di Cotmeha 2011an de li rojhilatê Tirkiyê erdhejeke bi lerza 7,2an pêk hatibû û herî kêm 138 kes miribûn û nêzî 350 kes jî birîndar bûbûn.
Navenda erdhejê li eyaleta Wanê ya nêzî sînorê Îranê bû û li herêmên cîran û hin herêmên bakurê Iraqê bi tundî hest pê hat kirin.
- Di Adara 2010’an de li rojhilatê Tirkiyê erdhejek bi pileya 6,0 rû da û 51 kes mirin. Gundek bi temamî wêran bû û 4 gundên din jî ziyanek mezin dîtin. Erdheja duyemîn ya bi hêza 5,6 li heman herêmê pêk hat, di nav de bi dehan paşerdhejên biçûk pêkahtin.
- Di sala 1999’an de li Îzmît ya başûrê rojhilatê Stenbolê erdhejeke bi lerza 7,6’an pêk hat, zêdeyî 17 hezar kes mirin.
Li gor nûçeya Reutersê di sala 2011an de li bajarê Wanê yê Rojhilatê welat erdhejek pêk hatibû û zêdetirî 500 kes miribûn.
- Di sala 1999’an de Tirkiye di 17’ê Tebaxê de bû şahidê erdhejeke ku yek ji mezintirîn erdhejên dîroka Tirkiyeyê dihat hesibandin û 45 saniyeyan dom kir.
Li gorî rapora Komîteya Lêkolînên Meclîsê ya Tîrmeha 2010’an, di erdhejê de 17 hezar û 480 kesan jiyana xwe ji dest dan û 43 hezar û 953 kes jî birîndar bûn, çavkaniyên nefermî jî diyar dikin ku hejmara miriyan nêzî 50 hezarî ye.
Li gor daxuyaniya Navenda Krîzê ya Serokwezîriya Tirkiyê çend meh piştî erdhejê herî zêde li Golçukê 4 hezar û 500 kes mirin, li Kocaeliyê jî 4 hezar kes mirin. li "Yalova" û "Sakarya" û li taxa "Avcilar" ya Stenbolê ya ku ji ber erdhejê bandor bûbû jî 976 kesan jiyana xwe ji dest dabû.
- Di sala 1999'an de li Kocaelî û Duzce ya rojhilatê Stenbolê erdhejek wêranker pêk hat, di sala 2002'an de li Afyonkarahîsar û Sultan Daghi jî erdhejek çêbû, di sala 2003'an de li Çewlikê û di sala 2011'an de jî li eyaleta Wanê erdhejek çêbû.
- Li Tirkiyeyê di sala 1983'an de li eyaleta "Erzerumê"ê erdhejeke dijwar pêk hat û di sala 1991'an de jî erdhejeke din li eyaleta Erzincanê pêk hat.
- Di Cotmeha sala 1939ê li Erzincanê erdhejeke wêrankar pêkhatbû, di pileya 8.1 ya pîvana Rêxter de, nêzî 33 herzar kes mirbûn û 100 hezar birîndar û herî kêm 116,720 avahî hilweşiya bûn.
Pisporê lêgerin û rizgarkirinê di " Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD)" ya Tirkiyê de Xalid El-Şobekî di hevpeyvîneke berê de ligel malpera "El-Hurra" wî jî weke Dr. Jemal Doskî got ku "Tirkiye navendeke erdhejan e û cihê çaverêkirî ye ji bo erdhejan. Ew herêm dikeve jêr zexta 3 tebeqe yan jî lewheyên din yên ceolojî ku ew her sê lewhe di hereketek daîmî dane, ji ber ku li ser plakaya Anatolyayê ye û di bin zexta 3 lewheyên din yên ceolojî de ye."
Wî herwiha şirove kir û got made mew li jêr zexta her sê lewheyan daye, "Pêla yekem Tirkiyê ber bi rojava ve ber bi Ewropayê ve dikişîne û jê re dibêjin tabloya Farisî, her du lewheyên din jî wê ber bi bakur ve dikişînin, û ya yekem bi navê plakaya Ereban û ya duyemîn jî bi navê plakaya Afrîkayê ye."
Pispor di wê baweriyê de ye ku zexta navborî bû sedema "şkestinek li bakurê rojava ya plakaya Anadolyayê, û bandora wê çend sal berê dest pê kir, bi erdheja kujer ya sala 1939an, ku mezinahiya wê 8.1 li bajarê Erzincanê bû, û bû sedema mirinan." Nêzî 33 hezar kesan, ku di dîroka Tirkiyeya Nûdem de ew erheja herî hêzdar bû.
Pispor û Şêwirmend yê Ceolojî, birêz Îzzat Hacî Berwarî, ku li wîlayeta New Yorkê dimîne, got di zanista ceolojî û beşa erdhejan û tektonîkê de tîvilê erdê heta 37 kîlometeryan kûrahî heye û ji çîn, lewhe û tebeqeyên ceolojî pêktê, li bloka Anatolya ya tebeqên ceolojî lawazî û derz hene, ew dibe sedema şkestin û bicihbûn û rûniştina tebeqeyên erdî, dema ku tebeqeya bi navê Erebî û Farsî li rojhilat û başûr ber bi bakur ve hereket dikin, ew herekt dibin sedem ku bloka Anatolya bilive û şkestin û derz çê bibin û blok ber bi rojava ve bihê paldan.