Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFAD: Li Semsûr û Meletî Îro Erdhej Çêbûn


Erdhej, li dû erdheja mezin ya Mereşê ya 6’ê Sibatê, li wir û li bajarên derdorê didomin.

Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketî (AFAD) ya Tirkîyê ragihand ku li bajarokê Serêgolê (Golbaşi) û Yeşîlyurt ya Meletî di erdhej çêbûn.

AFAD da zanîn ku hêza erdheja Semsûrê 50 û ya Meletî jî 5.6 e.

AFAD’ê dîyar kir ku di erheja dawî ya Meletî de 1 kes canê xwe ji dest daye û 69 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor ragihandina AFAD’ê, di erdheja îro de 29 avahî hilweşîne û li ser 7 avahîyên xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.

Karbidestên Tirkîyê didin zanîn ku piştî erdheja mezin ya 6’ê Sibatê li herêmê zêdetir 10 hezar erdhejên dûhatî hatine tomar kirin.

Ji wan erdhejên dûhatî 45 di navbera hêza 5 û 6 de ne.

AFAD bang li welatîyan dikeve ku nekevin xanîyên xesardîtî û li dora wan negerin.

Jêder: AFAD

XS
SM
MD
LG