Cîgirê Serokê Tirkîyê Fuat Oktay ragihand ku piştî du erdhejên îşev yên li herêma Hatayê vekolînên wan didomin.
Oktay da zanîn ku heta niha 8 birîndar giheştine nexweşxaneyan.
Wî ji hemwelatîyan xwest ku ji avahîyên zarardîtî û kavilan dûr bisekinin.
Bajarvanê Hatayê Lutfu Savaş jî got ku li gor agahîyên ku giheştine destê wan hin kes di bin kavilan de mane.
Ajansa Reuters jî ragihand ku erdhej li Sûrye, Luban û Misirê jî hate hîs kirin.