Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdhejeke Nû bi Hêza 5,5 li Navenda Tirkiyê Dide


Navenda Çavdêriya Erdhejan ya Ewrupa û Rojhilata Navîn ragihand ku roja Şemiyê li navenda Tirkiyê erdhejeke bi lerza 5,5an bû û li gorî raporta Reutersê, navendê diyar kir ku erdhej bi kûrahiya 10 kîlometreyan pêk hatiye.

Ji aliyê xwe ve ajansa nûçeyan a Anadolê diyar kir ku navenda erdhejê eyaleta Nigde ye û ji zarê Serokatiya Daîreya Rewşa Lezgîn û AFADê ve hatiye ragihandin ku erdhej di kûrahiya 7 kîlomêtroyan de pêk hatiye û tundiya wê gihîştiye5,3 pile, li gorî pîvana Richterê.

Ajansê heta niha behsa ziyanên canî nekiriye.

Piştî erdhejên ku roja Înê pêk hatin li Tirkiyê û Sûriyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 50 hezar, piştî ku Tirkiyê ragihandibû ku zêdetirî 44 hezar kes mirine.

Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Awarte û Karesatan a Tirkiyê (AFAD) ragihand ku hejmara kesên di erdheja li Tirkiyê de mirin bûye 44,218an.

Û bi zêdebûna hejmara miriyan a herî dawî li Sûriyê ku 5,914 kes in, hejmara miriyan li her du welatan gihîştiye zêdetirî 50 hezarî.

Çavkanî: Reuters/Alhurra

XS
SM
MD
LG