Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dîyar kir ku ewê sibê Çarşemê plana xwe ya bo erdhejê ragihînin.
Îmamoglu ji Twitterê dîyar kir navê xebatê Plana Seferberîyê ya Erdhejê ya Stenbolê ye.
‘’Emê çareserî û pêşnîyazên xwe, bangên bo hevkarîyê ragihînin.Em dixwazin ku bi hevkarîyê Stenbolê dijî erdhejê xurt bikin," Îmamoglu got.
Pisporên erdhejê piştî erdhejên navend li Mereşê ser erdheja pêkan ya Stenbolê hişyarîyê didin.
Hin pispor dibêjin ku li gor zanistê ewê heta 7 salan li Stenbolê erdhej çêbe.
Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) piştî erdhejên Mereşê ji bajarên cihê yên Tirkîyê erdhejên ji hêza 4.0 mezintir ragihandin.
Jêder: Twitter, AFAD, Ekrem Îmamoglu