Ji dema ku Tirkîyê û grûpên çekdar yên oposizyona Sûrîyê bajar û deverên Serêkanîyê di sala 2019 an de kontirol kirine ve, av ji ser 1.5 milyon niştecihên parêzgeha Hesekê hatiye birrîn û bûye sedema ku Hesekê bibe bajarekî tî û ziwa.
Çîroka hindabûna welatîyên Sûrî Rebiyî Hesen yek ji hezaran çîrokên xemgîn û bi êş yên şerê dirêj yê navxweyî Sûrîyê ye. Ew berî 10 salan li bajarê Reqa hinda bûye û heta niha çarenivîsa wî nediyare. Raporta Zana Omer ji herêmê zêdetir roniyê dixe ser windahiyên şerê li Sûriyê.
Ji çîrokên rastîn yên karanîna madên hişber li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kesê ku bi nasnavê Kazim yê 35 salî xwe dayî nas kirin, ji Qamişlo ye, 2 salan ketbû di xefka madeyên hişbir de. Niha ew jê qut bûye û jiyana xwe normal derbas dike.
Di demekê de ku Rêveberiya Xweser ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê xwe amade dike ji bo dadgehkirina girtiyên Daişê ji ber tawanên ku li Sûriyê hatine kirin, gengeşeyek derbarê prosesa dadwerî di nav xelkê de derketiye pêş. Di nav de, malbatên qurbaniyên Daişê ne.
Bavê Rûdî yê 67 salî ji Qamişlo, nexweşiya penceşêrê di laşê wî de derketiye, û heya niha xwe derman dike, Ev du sal in li hember nexweşiya herî zehmet li ber xwe dide. Bavê Rûdî mînakeke ji 10an nexweşan li herêmê ku rastî penceşêrê hatine.
Piştî biryara vê dawiyê ya Rêveberiya Xweser ya bi pêşengiya Kurdan li Bakur Û Rojhilatê Sûriyê ji bo dadgehkirina çekdarên biyanî yên DAIŞê bi rêya sîstema dadweriya xwecihî, Pisporên yasayî li ser aliyên cûda yên wan dadgehkirina radiwestin.
Festivala çîroka Kurdî ya vê salê bi dirûşmeya"Çîrok Landika Dayika Kurd e" ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê ve hat li darxistin ku 5 rojan berdewam kir.
Bi boneya Roja cîhanî ya Têkoşîna bermaberî gotara kînê, Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan di Neteweyên Yekbûyî de bang li dewlet û şerîketên mediyaya civakî kir ku beramberî gotara kînê tedbîr û rêgirîyên lezgîn pêk bînin.
Rêveberiya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28 navend ji bo wergirtina dahatên genim ên sala 2023an amede kirine û berpirsên çandiniyê pêşbînî dikin ku, dê vê salê zêdetirî 1 milyon ton genim bê berhemanîn.
Herêmên kurdên Sûrîyê tekane herêmên Sûrîyê ye ku Polîsên jina yên tirafîkê hene, li Qamîşlo li cade û kolana jin tevgera tafîkê rêk dixin, civak bo kar û rolê wan çi dibêje?
Mihsin Gawî xurtekî astengber yê 16 salîye, wî hemû sînorên astengiyê derbas kirine û jiyana xwe berdewam dike, çîroka Mihis di vê raporê de bibîne.
Biryara Rêvebirîya Xweser piştî civîna wezîrên derve yên koalisyona dijî DAIŞ li Rîyada paytexta Erebistana Saudî hat.
Hêzên parastina civakî li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, salane erka parastina zeviyên herêmê didin ser milê xwe, û bi grûpên rêxistinkirî zevîyên genimî ji agir û şewatê diparêzin.
Pirtir bar ke