Rêveberiya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28 navend ji bo wergirtina dahatên genim ên sala 2023an amede kirbûn.
Berpirsên çandiniyê dibêjin ku îsal zêdetirî 1 milyon ton genim hat berhemdan.
Li gorî berpirsan, ev berhema zêde ya genim pêwîstiya herêmê ji ard û tov dabîn dike, û zêdetirî 400 hezar ton dê bê depokirin.
Piraniya genim li herêmên Reqa, Dêrazorê û Cizîrê hatiye berhemdan.
Li gorî Rêveberiya Çandiniyê û Avadenê, rûbera 4 milyon donim genimê avî û 3 milyon donim yê bejî hatine çandin.
Rêveberîya xweser nirxê geninm bi 0.43$ ji cotkaran wergirt. Hin cotkar razî bûn û hinan jî gazinên tund li Rêveberîya Xweser kirin.
Mijara Rojê vê babetê bi sê mêvanan re gotûbêj dike: Yûnis Mehmûd, cîgirê serokatîya desteya çandinî û avdanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mehmûd Mihemed, cîgirê serokatîya desetya çandinî û avdanê li herêma Cizîrê, û Dr. Samî Osman, pisporê çandinîyê.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, fayla deng veke