Li bajarê Hesekê yê bakur û rojavayê Sûrîyê çar roj in ku nakokî di navbera êla El Cibûr û mîlîşyayên Dîfa El Wetenî (Berevanîya Niştimanî) de yên girêdayî rejîma Sûriyê diqewimin.
Di encama alozîyê de şer derket holê, jêderên xwecihî dibêjin ku çar çekdarên êla Cibûr birîndar bûne û hatiye tekez kirin ku leşkerekî artêşa rejîmê jî hatiye kuştin.
Şêwirmendê eşîra El Cibûr Ekrem Mehşûş got ku sedema nakokiyê ew e ku "roja 13'ê vê mehê li çargoşeya ewlehiyî ya bajarê Hesekê berpirsê milîsên Dîfa El Wetenî yê bi navê Ebulqadir Hemo tevî çend çekdarên xwe li dijî rûspiyekî êla El Cebûr bêrûmetî kirin, û di encamê de welatiyên êla ElCibûr ev bêrêzî pirotesto kirin û di nava êlê de seferberî hat ragihandin. "
"Wan ji me re got ku Ebdulqadir Hemo ji aliyê serfermandarê giştî yê leşkerî ve hatiye girtin, ji ber ku em matmayî bûn ku ew ne girtî ye. Li vir em ji gotinan bêbawer û matmayî bûn. Careke din me muhletek da û xwepêşandan berdewam kirin, ji ber ku rêvebirîya Şam û Hesekê bersiva daxwazên êlê bi cih ne anîn û rêz li hestên êl û hozan ne girt," wî ji Dengê Amerîka re got.
Ji hêla xwe ve, şêx û rûspiyên El Cibûr ji rayedarên rejîmê xwestin ku berpirsê mîlîşyayê dadgeh bikin û hebûna Dîfa El Wetenî li Hesekê bi dawî bînin.
Mehşûş tekez kir ku wan muhleta dawî daye rejîmê da ku ew daxwazên wan pêk bîne.
Ebidqadir Hemo kî ye?
Ebidilqadir Hemo ev 9 sal in rêberê Dîfa El Wetenî yên girêdayî Togaya Xurasanî ya bi ser Îranê ve li Hesekê ye.
Hejmara çekdarên wî ne dîyar e, lê li gor raportan, jêderên aborîya koma wî ya çekdar bêtir ji madeyên hişbir û ferzkirina bacan li sivîlan in.
Rojnamevan Alan Maîş ku li Hesekê dimîne dibêje ku "ev koma çekdar bi ser Îranê ve ye û bazirganîya madeyên hişbir dike."
Heya dema amadekirina vê raporê Rêveberîya Xweser û hêzên ewlekarîya hundirîn ku beşekî mezin ji Hesekê kontrol dikin, maytêkirin di vê alozîyê de nekirine.
Li aliyekî din, Meclisa Eşîrên Kurd li Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê kiryarên mîlîşyayên rejîma Sûriyê yên li dijî şêxê êla El Cibûr şermezar kir. Meclisê piştgiriya xwe ji bo xwestekên êla El Cibûr nîşandan.
Rejîma Sûrî ti helwesteke fermî derbarê van bûyeran nedaye.
Heta dema amadekirina vê raporê alozî di navbera herdu alîyan de berdewam dikin.