Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gefa Êrîşeke Tirkîyê Ya Nû Li Ser Herêmên Kurdên Sûrîyê


Kurdên Sûrîyê di wê bawerîyê de ne ku çi demê Tirkîyê çira kesk ji Amerîka werbigire, dê êrîşeke nû ya bejahî û berfireh li herêmên wan pêk bîne

Sekreterê PDKS (Alpartî), Nesredîn Îbrahîm piştrast dike ku bêyî erêkirina hêzên navnetwî Tirkîyê wê êrîşa bejahî pêk neyîne, lê di dema nêzîk de, li gorî sîyasemedarê kurd, egera êrîşeke Tirkîyê dûr e, bi kêmanî di dema nêzîk de.
"ez bawer nakim di vê dema nêzîk de êrîşa Tirkîyê pêkan be" Nesredîn Îbrahîm got.

Şopîner bawer dikin ku tektîka şerê Tirkîyê dijî kurdên Sûrîyê hatîye guhertin.

Di herdû mehên derbasbûyî de êrîşên bi dronan zêde kirine, ji alîyekî mesrefa wan êrîşan kêmtir e ji êrîşên kilasîk, ji alîyê din ve fişareke berdewam e li ser kurdên Sûrîyê.

Lê kurdên Sûrîyê di wê bawerîyê de ne ku armanca Tirkîyê ya sereke tunekirina kurdan e bi rêya êrîşên bejahî.

Telal Mihemed, serokê partîya Aştîyê, di wê bawerîyê de ye ku Tirkîyê dev ji pîlana xwe ya êrîşa bejahî berneda ye.

"kengî Erdogan derfet dît wê êrîşa bejahî pêk bîne," Mihemed got.

Li aliyekî din sîyasetmedarên Kurd di wê baweriyê de ne ku eger Amerîka biştigiryeke siyasî bide kurdên Sûriyê, wê demê dê êrîşên Tirkîyê sînordar bibin.

Lê heta niha bi fermî ev yek nehatiye destnîşankirin û Tirkiyê sûdê ji vê yekê digire.

Mizgîn Zeydan, Hevseroka Partiya Guhertina Demokratîk, rexne li sîyaseta bêdengîyê ya Amerîka kir derbarê êrîşên Tirkîyê û doseya pişgirîya sîyasî ji bo kurdên Sûrîyê.

"Çareya sîyasî li Sûrîyê di nav de rewabûna Rêveberîya xweser rêgirek asê ye pêş êrîşên Tirkîyê, lê heta niha ev pêk nehatîye," Zeydan got.

Li gorî navnda ragihandina HSDê, di Tîrmeha bûrî de 10 caran dronên Tirkîyê êrîş birine ser deverên Kurdî li Sûriyê, her wiha 556 caran bi topan êrîş kiriye.

Herî dawî roja Sêşemê 15 Tebaxê, Alîkarê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê egera operasiyoneke leşkerî ji aliyê Tirkîyê ve li ser Sûriyê red kir.

Lêkolîner bawer dikin ku Amerîka niha bi pirsên navxweyî mijûle bi taybetî pêşbirka hilbijartinên serokatîyê û wê rê nede ku şerekî berfireh li Sûrîyê biqewime.

Lêkolîner Emced Kurdo bawer dike ku Tirkîyê fişarê li ser rêveberîya serok Biden dike da ku êrîşeke berfireh li dijî kurdên Sûrîyê bike, lê ev di dawî de wê ne pêkan be, bi kêmanî berî salekê, lê êrîşên bi dronan wê tûndtir bibin.

"Li alîyekî Amerîka rê nade êrîşek bejahî, lê çavê xwe ji êrîşên dronan digre," Kurdo got

Artêşa Tirkîyê bi bihaneya ewlekarîya sînorê xwe yê başûr, ku PKKê,YPGê û HSDê gefeke ser ewlekarîya wê, di sala 2018an de êrîşî Efrînê kir, û ew kontrol kir. Di 2019an de, êrîşî Serêkanîyê û Girêspî kir û ew kontrol kirin.

Kurdên Sûrîyê bihaneyên Tirkîyê red dikin, û êrîşên wê bi armanca tunekirina kurdan ve girê didin.

HSDê û hêza wê ya sereke YPGê, çendîn caran tekezîya vê yekê dikin, ku ew şer napejirînin, lê heger êrîş pêkhatin, ewê ji ti cihan venekşin, û dê bi hemû hêza xwe şer bikin.

Raporta Deng/ Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:00 0:00

XS
SM
MD
LG