Li gor raportan hejmareke xortên Kurd ketine nav rêzên rêxistina terorîst ya Dewleta Îslamî (Daîş), li dema civaka Kurdan bi Misilmantiyeke nermrê hatiye nasîn.
Pirtir ji şeş mehan di ser kontrolkirina bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî ve derbas bûye, lê hîn jî dema azadkirina wî xuya nake.
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyêê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) endamên Lêvegera Siyasî destnîşan kirin û ev yek êdî li gor rêkeftina Dohukê desthilateke hevpişk li Rojavayê Kurdistanê peyda dike.
Hunermendê genc yê Kurd Emar Kofî beşdarî bernameya Arab Idol ya navdar kiribû, û roja Şemiyê gihişte qonaxa berî dûmahiyê, lê wî nikarîbû dengên pêwîst wergire da ku here qonaxa dawiyê.
Çalakvana mafên jinan Buhar Munzir di hevpeyvînekê dibêje, "serdana min bi mebesta diyarkirina piştevaniyê bû jibo berxwedana gel li Rojavayê Kurdistanê, bi taybet berxwedana jinan.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê rêkeftinek îmze kirin da ku herdu alî ji pirsgirêka buceyê qurtal bibin û jibo bersingiritina çekdarên DAÎŞ bi hevre rawestin.
Serederîya Tirkîye di pirsa Sûriyê de cihê gumanê ye, li aliyekî Tirkîye endama hevalbendiya NATO ye û li aliyekî din piştgirya xwe ji çekdarên DAIŞê re diyar dike û alikariya hevpeymanîya Navnetewî nake.
Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden li kombûna hefteya bûrî ligel Serokê Tirkiyê behsa şerê dijî çekdarên Dewleta Islamî li Sûriyê kir. Wî herwiha razîkirina Tirkîyê ji bo beşdariya di hevalbendiya navnetewî de gotûbêj kir.
Mala Êzîdî li welatê Belcîkayê konserteke muzîkê pêk anî bo piştgirîya jinên Êzîdî ewên li ser destê çekdarên DAÎŞê hatin revandin.
Şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê danûstandinan ligel hikûmeta federal ya Îraqî pêk tînin, bi merema çareserkirina pirsên aloz yên herdu alîyan, weku pirsa petrolê, benda 140 ya destûra Îraqê û herwisa pirsa Pêşmerge.
jibo yekem car YE bi fermî behsa tawanên çekdarên Dewleta Islamî dike, dij bi devera Şengalê ewa hejmareke zor ya qurbaniyan bi xwe ve girtî.
Li demê şanda Herêma Kurdistanê xwe amade dike serdana Bexda bike, hikûmata Îraqî bernivîsa qanûna butceya sala 2015ê amade kiriye, da parlemana federal pesend bike.
Têkilîyên Îraq û Tirkîyê sistbûnekê bi xwe ve dibinîn piştî serdana Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu bo Bexda û di heman demê de çaverê tête kirin serokwezîrê Îraqî jî serdana Tirkiyê bike.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, siyasetvan û şirovekar Murat Ciwan dibêjît,li dîroka tekoşîna gelan da walatên serdet û zordar, tekoşîna gelan û partî ên sîyasi bi terorîst dêne nasandin
Ragihandina lihevhatina Encûmana Niştimanî ya Kurdên Sûrî û TEV-DEM cihê dilxweşiya aliyên sîyasî û tevaya gel bû, lê heta niha çi pêngav jibo bicîhkirina rêkeftinê nehatine avêtin.
Serokê Amerîka Barack Obama bi biryareke serokatiyê rewşa 5 milyon koçberên neqanûnî sax kir, wekî pêngavek bo reforman li ser sîstema koçberiya Amerîka.
Piştî çend mehan ji êrîşa çekdarên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) li ser devera Şengalê, bi hezaran kes bûne qurbanî û bi sedan hezaran kesên dî koçber bûne, lê heta niha çi biryarek derbarê azadkirina Şengalê nehatîye bihîstin.
Di serdana Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu de bo Bexda bi merema saxkirina têkiliyên xirab bû di navbera herdu welatan de û li ser hevkariyê di warê parastin û agehîyan de rêkkeftin dijî gefên çekdarên Dewleta Islamî.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexda rêkeftinek kirin li ser radestkirina 150 hezar bermîlên petrolê bo hikûmeta Îraqê. Hember wê yekê, ewê hikûmeta Îraqê 500 milyon dolar bide hikûmeta Herêmê.
serokê encûmena Parêzgeha Duhokê dibêje, rewşa penaberên Kurdên Rojava nebaş e, lê encûmena parêzgehê bi hemû hêz û karîna xwe hewil dide xizmet û alîkariyê pêşkêş wan penaberan bike.
Pirtir bar ke