Berpirsê têkiliyên partiya Demokrata Kurdistanê (KDP) li Mûsilê Muhyedîn Mizûrî dibêje, jiber cudahîya pêkhatên xelkê Mûsil ku ji Ereb û Kurd û Turkmen û Êzîdî û Kirstîyan û xelkên dî pêk tê, azadkirina wê bi sanahî nabe û pêdivî bi hemahengiyeka baş heye.
Birêz Mizûrî da zanin, hejmareke zor ya pêkhatên deverê tevlî rahênana leşkerî dibin li bingehên leşkerî yên rojavayê bajarî Mosil. Helbet hêzên Pêşmerge û leşkerê Îraqê û bi alîkarîya xelkê deverê wê karibin hemû parêzgeha Nînewa azad bikin.