Gelek gurûpên çekdar li derdora parêzgeha Helebê hene ku li gor çavdêran her yek ji wan pilan û ecindeyên xwe yên taybet hene
Hereket El-Hezim ya ku Amerîka Sala par alîkariyên Leșkerî li Parêzgeha Idlib bo wê dabîn kiribûn, berî çend rojan li bermber Cebhet El-Nusra têk çû.
Êrîșên Daiș yên van rojên dawiyê li ser gundên Așûrî li parêzgeha Hesekê, gelek șîrovekar vedigerînin bo lawaziya evê gurûpa terorîst û hewildana wê bo dîtina cihekî ji șûna lingê xwe re.
Her çendî hin aliyên din ji bilî TEV-DEM û ENK-S di lêvegera siyasî ya Kurdên Sûriyê de cihê xwe digrin, lê hindek çarçowe li derveyî wê ne û niwêneratiya wan nehatiye kirin.
Li gel ku șarezayên rewșa Sûriyê rêjîma Esed dibînin berpirsiyara serekîn di têkçûna rewșa xelkê de, lê hindek opozisyonê jî dibînin berpirsiyar.
Gelo Lêvegera siyasî ewe çarçoweya ku Kurdên Sûriyê bi deh salan li bendê ne da karibin șiyanên xwe bikin yek û karê xwe bi rê ve bibin?
Wêranî û hilwewșandina li bajarê Kobaniyê bûyî li dirêjiya çar meh û nîvan hemî rengên jiyanê li wir vemirandin.
Şoreșa Sûriyê meha bê dikeve sala xwe ya pêncem û hîn jî çi asoyên çareseriyê ne diyar in.
Gelek malbatên penaber yên Kobaniyê ji aliyê Tirkiyê ve derbasî bajarê Dirbêsiyê bûbûn û piștî rizgarbûna Kobaniyê ew hewil didin vegerin lê çi rê nînin.
Pêkhateya Êzdî yek ji Pêkhateyên Olî yên tevna Sûriyê ye ku ew jî ket bin bandora evî șerê navxweyî û wek hemî pêkhateyên din baca nerazîbûna bi desthelata rêjîma Esed da
Penaberên Kobaniyê li Tirkiyê dilgermin ji vegerê re, lê di hindirê bajêr de bi çi șêweyî jiyan nabe, loma gelek ji wan xwe radigrin û naxwazin zû vegerin.
Piștî damezrandina lêvegera siyasî ya Kurdên Sûriyê gelo ewê çawa karibin bi opozisyona Sûrî re bidin û bistînin.
Gelek șîrovekar dibêjin ka xwediyên Qurana pîroz li Kune? Çima ew bêdengin li hember gunehkariyên ku bi navê Quranê û Islamê dibin
Axaftina șandê taybet yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê di derbarê rewșa Sûriyê ji aliyê gelek șîrovekaran de hat xwendin wek nebûna çi çareyan ji bo Sûriyê.
Ev bû 16 salin serokê partiya karkerên Kurdistan(PKK) rêzdar Ebdella Ocelan li zîndana Îmralî girtiye û hîn tiștekî diyar nîne di derbarê çarenûsa wî de.
Lêvegera siyasî ya Kurdên Sûriyê bi awakî fermî dest bi karûbarên xwe kir û ev jî bû cihê razîbûna piraniya xelkê Kurd li Sûriyê.
Her çendî vegera Kobaniyê û gundên wê daxwaz û hêviya her penaberekî/ê ye, lê di dema nêzîk de gelek metirsî hîn li darin.
Di serdana xwe de bo serokê Frensa Franciois Hollande șandê Partriya Yekîtiya Demuqrat (PYD) bala wî kișand ser berxwedana șervanên Kurd dijî çekdarên Daiș û serkeftina Kurdan li bajarê Kobaniyê û derdora wê.
Bêhtirî 200 gundên Kobaniyê ta vê gavê hatine rizgarkirin ji çeteyên Daiș û piroseya rizgarkirina gundên mayî berdewame.
Serkeftinên Kurdan li beramber çekdarên Daiș li herêma Kurdistana Îraqê û li Kobaniyê bala welatên mezin li cîhanê kișandin û dîblomasiya Kurdî li ser gelek astan pêşxistin.
Pirtir bar ke