Wêranî û hilwewșandina li bajarê Kobaniyê bûyî li dirêjiya çar meh û nîvan hemi rengên jiyanê li wir vemirandin û xelkê Kobaniyê neçar ma ku piștî rizgarbûna bajarê wan jî nikaribin vegerin ta ku ew bête paqij kirin û bingehên sereke bêne dabîn kirin.
Berpirsê civata xwecihî ya hevalbendiya opozisyona Sûrî li Kobaniyê rêzdar Osman Miho Zade, ji Dengê Amerîka ronî da ser rewșa niha ya bajêr û banga hemî rêxistinên xêrxwaz kir ku destê alîkariyê dirêjî xelkê Kobaniyê kin da ku di demeke nêzîk de bajêr ava kin û derfet ji bo vegera wan pête peyda kirin.
Miho Zade her wiha bal kișand ser desthilatdariya Kantona Kobaniyê û got eger alîkarî hebin emê wek civata xwecihî derbasî nav bajêr bin û em bawerin PYD çi bendan nade pêș me.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke