Li gel ku șîrovekar û șarezayên rewșa Sûriyê rêjîma Esed dibînin berpirsiyara serekîn di têkçûna rewșa xelkê de, hindek opozisyonê jî di bînin berpirsiyar ku wê nikaribû pilanekê di navbera xwe bi xwe deynin û dawiyê li evê șerê dem dirêj bînin.
Çalakvanê Kurdê Sûrî Ibrahîm Çolbeg ku li London dimîne, ji Dengê Amerîka re ragihand ku opozisyona Sûrî tawinbare bi dirêjbûna șer û nebûna çi çareyên berbiçav de ji bo Sûriyê çimkî wê, li gor Çolbeg, xwe sipart dewletên herêmê û dûrî armancên șoreșê ket.
Çolbeg her wiha bal kișand ser rewșa Kurdên Sûriyê û damezrandina lêvegera siyasî wekû gaveke erênî niraxand.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke