Lêvegera siyasî ya Kurdên Sûriyê bi awakî fermî dest bi karûbarên xwe kir piștî biryara damezrandina sê komîtên ciyawaz ji bo șopandina rewşên siyasî, leșkerî û birêvebirî. Û ev jî bû cihê razîbûna piraniya xelkê Kurd li Sûriyê.
Lê li alîkî din hindek bi wî çavê geșbîn li damezrandina evê lêvegerê temașe nakin û dibînin ku dê encamên wê wek yên desteya bilind û rêkeftina Hewlêr 1 bin.
Siyasetmedar û raghênerê Kurdê Sûrî Silêman Gero ku li Hewlêr dimîne, ji Dengê Amerîka re ragihand ku metirsî hene careke din aliyên rêkeftî di warê piratîkê de sozên xwe cîbecî nekin û tenê bimînin axaftin.
Gero her wiha ba kișand ser hewlên serkirdayetiya herêma Kurdistana Îraqê ji bo lihevanîna Kurdên Sûriyê û spasiya wan di vê derbarê de kir.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke