Ta roja îro tê ragihandin ku derdora 100 kesî jiyana xwe ji dest daye û jimareke wek wê jî birîndar bûne.
Çekdarên Daiş îro duşemê careke din bajarokê el-Raî li bakurê Sûriyê kontrol kirin pişt çend rojan ji rizgarkirina wî ji aliyê hin gurûpên opozisyona Sûrî ve.
Piştî girtina dergehê sînorî yê Mirşid Pînar di navbera Kobaniyê û Tirkiyê de demekê berê, nirxên pêdiviyên rojane girantir bûn û xelkê bajêr rastî rewşeke aloz hatin.
Polîsê Mekdonî îro yekşemê gazên rondikrêj bi kar anîn di pevçûnan de li dijî derdora 500 koçberên ku hewil dan ji aliyê Yûnanistanê derbasî Mekdonya bin.
Ta kîjan radeyê ev destpêşxerî hevgirtî ye û ne li gor pîvan û daxwazên aliyekî destnîşankirî ye?
Dareya û Ghûta rojhilat ew du cihên dorpêçkirî ne li derdora Dîmeşqa Paytext ku biryar bû alîkarî bigihin xelkê wan, lê hikûmeta Sûrî rê neda ku alîkarî derbasî wir bin.
Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, bi rexneyên li paş piştê serokê Amerîka Barak Obama tawankir, piştî serdan wî ya hefyeya borî bo Waşinton.
Rêkeftina di navbera Yekîtiya Ewrupî û Tirkiyê de li dor Penaberan dê sibe duşemê derbasî warê cîbicîkirinê be.
Herçendî ENK-S dibêje ew niwêneratiya nerîna Kurdî dike di nav axaftinan de, gelek dibêjin wê ta roja îro hîn tiştekî berbiçav qezenc nekirî ye.
Rizgarkirina bajarê dîrokî Tedmur ji çekdarên Daiş wek serkeftineke girîng ji bo hêzên hikûmeta Sûrî diyar kir li dijî gurûpa terorîst.
Kalo ku yek ji endamên vê komîtê ye, diyar kir ku yek ji armancên sereke yên komîtê ew pênasîna xelkê Almanya bi rêkeftina Saykis Bîko ye
Serokê Sûriyê Beşar el-Esed berî çend rojan di kombûnekê de li Dîmeşqa paytext behsa Fedralîzma Kurdan Kiribû û ew wek tiştekî bê nirx anîbû ziman.
Rûsya huşdarî da ku ewê îro dest bi kiryarên yekalî bike li dijî gurûpên zêdegaviyan dikin li agirbesta Sûriyê.
Rûsya huşdarî da Amerîka ku eger hevrêziyê red bike di derbarê zêdegaviyên li agirbestê dibin de li Sûriyê, Rûsya dê dest bi bersivdanan yekalî bike li aliyên ku zêdegaviyan dikin.
Li Bajarê Rimêlan yê parêzgeha Heseke kombûnek îro hate li dar xistin, bi beşdarbûna niwênerên hin pêkhateyên Sûrî li herêmê ji bo guftûgokirina Ferdralîzmê.
Şandê Neteweyên Yekgirtî Staffan de Mistura pesna biryara Putin da û got ew hêvîdare ku biryarê bandoreke erênî hebe li axaftinên aştiyê.
Staffan de Mistura îro dest bi gereke din a guftûgoyan kir li Cinêvê û huşdarî da ku alternatîv ji axaftinên aştiyê re şerekî xerabtir e ji yên berê .
Desthilatdarên Tirkiyê îro yekşemê qedexeya hatûçûnê li du bajarên din yên Kurdan ragihandin.
Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry îro yekşemê li gel hevtayên xwe yên Birêtanya, Frensa, Almanya û Îtalya kom dibe li Frensa ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê.
Pirtir bar ke