Rizgarkirina bajarê dîrokî Tedmur ji çekdarên Daiş wek serkeftineke girîng ji bo hêzên hikûmeta Sûrî diyar kir li dijî gurûpa terorîst ku li dirêjiya 10 mehan bajar kontrol kiribûn û gelek peyker û nîşanên dîrokî şikandibûn.
Hevserokê TEV-DEMê li Kobaniyê Ehmed Şêxo di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev yek wek gaveke girîng ji bo Hêzên Sûrî anî ziman lê got bandora wê li ser Kurdan nîne.
Wî got:
“Rizgarkirina Tedmur,renge li beramber terora Daiş gaveke li pêş be, lê ji bo pirsgirêka hindirê Sûriyê, ji bo aliyê nêzîkî Kurdan, em bawerin tiştek nayê guhertin. Hemî aliyên şer li Sûriyê di mîntalîteya xwe de li dijî Kurdan in. “
Şêxo ku li Kobaniyê dimîne behsa têkçûna Daiş li ser gelek astan kir û diyar kir ku rizgarkirina Kobaniyê ew destpêka têkçûna Daiş bû.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke