Dareya û Ghûta rojhilat ew du cihên dorpêçkirî ne li derdora Dîmeşqa Paytext ku biryar bû alîkarî bigihin xelkê wan, lê li gor rêxistina Human Rights Watch, hikûmeta Sûrî rê neda ku alîkarî derbasî wir bin.
Endamê komîta navendî ya Partiya Demuqrata Kurdî Sûrî Gêlo Îsa di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê babetê û got:
“Ne hikûmeta Sûrî û ne jî hêzên opozisyonê pêgirin bi sozên xwe di vê derbarê de. Tiştê li ser erdê dibe, ew şerekî vekirî ye di navbera gelek aliyan de ku her aliyek dixwaze herêmên bêhtir têxe bin destê xwe û xema wan a dawî ewe rewşa xelkê sivîl û pêdiviyên wan in. “
Îsa ku li bajarê Kobaniyê dimîne, bal kişand ser agirbesta Sûrî û got wê tenê şer hinekî siviktir kir lê nikaribû şer rawestîne.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke