Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Newaf Xelîl: Pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyê Xwe Amade Dikin Ji bo Fedralîzmê


Newaf Xelîl
Newaf Xelîl

Li Bajarê Rimêlan yê parêzgeha Heseke kombûnek îro hate li dar xistin, bi beşdarbûna niwênerên hin pêkhateyên Sûrî li herêmê ji bo guftûgokirina Ferdralîzmê.

Berpirsê navenda lêkolînan a Kurdî li Almanya Newaf Xelîl di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa vê kombûnê kir û diyar kir ku ew babeta ragihandina Fedralîzmê li bakurê Sûriyê guftûgo dikin.

Xelîl ku li Almanya dimîne, bal kişand ser wê yekê ku ne rejîm û ne jî opozisyon razî ne bi vê gavê lê tevî wilo jî dê pêkhateyên herêmê biryarê bidin.

Di derbarê pirsekê de li dor hebûna çi nîşanan ku Amerîkê dê piştgiriya vê gavê bike Xelîl got herçendî Amerîka bi awakî rasterast negotiye erê lê ew nabêje na eger bibe rastiyek li ser erdê, li gor Xelîl.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Newaf Xelîl 03_16_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:11:56 0:00

XS
SM
MD
LG