Li bakur û Rojhilatê Sûriyê xwînerên bi zimanê Kurdî rastî kêmbûna çavkanî û weşanên bi zimanê Kurdî tên, ku bandora vê yekê jî li ser pêşdaçûna bikaranîna zimanê Kurdî heye.
Nirxê dirava Sûrî her ku diçe nizmtir dibe, ku êdî veguherîna her dolarekî 9 hezar lîrayan derbaz dike, loma kirîn li cem xelkê lawaz bûye û bi zehmetî debara jîyana rojene dikin, ku buhayê hemû kelûpelan bilind bûye.
Siberoja penaberên Sûrî yên li Libnanê, ev e çend meh in di rojeva wî welatî de ye, loma penaberên li wir dimînin bi tirs û fikarin ku werin dersînor kirin.
Li gor raporta nû ya sala 2023an rêxistina Rojnamevanên Bêsînor derbara azadîya rojnamegerîyê de, Sûrîyê di asta 175an de hatiye.Derbara rewşa ragihandinê li Herêma Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê rojnamevan hin gazinan ji rewşa heyî dikin.
Serdana Wezîrê Derve yê Erebistana Saudî roja Sêşemê jibo paytexta Sûrîyê Şamê derî li ber şîroveyên cuda derbarê rola welatên Ereb li Sûrîyê vekiriye.
Gelek pîşeyên destî herwiha karanîna hin alavan ku ji zû de nemabûn di salên alozîya Sûrîyê de dîsa vegerîyane, ji wan papora gaz û kerosînê.
Bi hezaran Efrînîyên li penageha Şehba derbider in, tevî civaka Êzîdî bûn û cejna Çarşema Sor anku sersala Êzîdî bi şahîyekê pîroz kir. Di pîrozbahîyê de qewl û niyazên olî hatine xwendin, herwiha di ber mûzîk û komên stranê re govend hatin gerandin.
Li gor agahîyan, ji bilî Qeter, Kuweyt û Mexrib, hemû welatên Ereb ji asayîkirina peywendîyan ligel Şamê razî ne.
Ji ber kirîza aborî herwiha zehmetîyên derbiderbûnê û dorpêça rejîma Sûrî li ser Şehba, derbiderên Efrînî li penageha Şehba di meha Remezanê de ji gelek teqs û resmên vê mehê bêpar mane û jiyanek dijwar dijîn.
Hamûdê Dawûd ku Rahênerê Koma Çiyayê Kurmênc ya govendê ye, di zîndanên rejîma Sûrî de fêrî sema û govendên kurdî bû, ew niha pêşengiya Koma Govend û semayê ya Çiyayê Kurmênc dike li Penageha Şehba.
Bi hezaran Efrînîyên ku li penageha Şehba derbider in, di sala 5an de jî li derbideriyê Newroza xwe pîroz kirin. Bi coş agirê Newrozê dadan, herwiha bi muzîk, stiran û govendê coşa Newrozê geş kirin.
Dayîka Xedîce û malbatê wê eve 5 sale li derbiderî û koçbereiyê dikîn li kampên Şehba, çîroka malbata Xedîce yek ji hezaran çîrokên xemgîn yên Efrîniyên derbider in.
Newroz Reşo ji Herêma Şehba ya Efrînê ku piraniya derbiderên Efrînî piştî operasyona Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê ya sala 2018ê reviyane wê herêmê behsa rewşa herêmê û jiyana xelkê dike û çîrokên wan yên xemgîn pêşçav dike.
Wîdad Sîdo jineke Efrînî ye, ew 57 salîye û yek ji derbiderên Efrînê ye, ev 40 salin li ber makîneya cildirûnê rû dine û cilên kurdî didirû û karê terzîtiyê dike.
Bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî hezaran jinên ku li penageha Şehba li derbideriyê dijîn meşyan û daxwaz maf û azadiya jinan kirin.
Pirtir bar ke