Doseya Sûrîyê û Kurdên Rojava di nav kempeynên hilbijartinên 14ê Gulanê hilbijartinên giştî yên Tirkîyê cihekî girîng digirin, bi taybet di nav bernameyên herdu hevpeymanîyên serekî yên serokomar Recep Tayyip Erdogan û rêberê opozisyonê Kemal Kiliçdaroglu.
Nivîskar û şîrovekarê sîyasî Cemîl Reşîd dîyar dike ku di hilbijartina serokomarîyê de kî bi serkeve dê bandora xwe li ser alozîya Sûrîyê hebe ji ber ku mijarên penaberên Sûrî û vegera wan, herwiha dîyaloga bi rejîma Sûrî re, di propaganda herduyan de hene.
“Kî were ser desthilatê, dê ne hêsan be ku di demeke kurt lihevhatinek di navbera Şam û Enqereyê de were çêkirin, çimkî roleke Tirkîyê pir xirab di alozîya Sûrîyê de heye, mijara çekdarên ku Tirkîyê piştgirîyê dide wan, herwiha siberoja herêmên dagîrkirî hene,” Reşîd ji Dengê Amerîka re got.
Roja Çerşemê wezîrên derve yên Sûrîyê û Tirkîyê li Moskow ligel hevtayên xwe yên Rûsî û Îranî civîyan. Di kombûnê de pêvajoya asayîkirina peywedîyên Şam û Enqereyê hate gotûbêjkirin. Peywendîyên herdu welatan ji sala 2011’an ve jiber şerê navxweyî yê Sûrîyê hatine birîn.
Li ser vê yekê şîrovekar Reşîd got ku: “Kiliçdaroglu ragihandibû ku ewê lehevhatinê bi Şamê re çêke, ku her çiqas Erdogan xwest vê doseyê ji hevrikê xwe bistîne lê ewê sûdê jê negire.”
Ji alîyê xwe ve rojnamevan Ebdulhelîm Silêman dibîne ku armanca diyaloga niha di navbera Şam û Enqereyê de çê dibe tenê jibo ku Erdogan di desthilatê de bîmîne, lê serkeftina opozisyonê pêkan e rê li ber guhertinekê di têkilîyên her du alîyan de veke.
“Tevgereke zêde di hundirê Tirkîyê de tê xwestin da ku ev guhertin çê bibe. Eger Kiliçdaroglu hat ser desthilatê, gelek mijar hene divê bên çareser kirin, ne tenê penaber û komên çekdar, pirsgirêka avê û mijarên aborî jî hene, divê rêkeftin li ser wan çê bibe,” Silêman dîyar kir.
Ji sala 2011’an de Tirkîyê ketiye nav alozîya Sûrîyê, opozisyona Sûrî hembêz kiriye û piştgirî daye û komên çekdar, di nav de jî grûpên radîkal. Herwiha serokomarê Tirkîyê Erdogan di qonaxekê de ragihandibû ku ew dixwaze rejîma serokê Sûrî Beşar Esad hilweşîne.
Artêşa Tirk çend êrîşên leşkerî di nav sînorê Sûrîyê de pêk anîne: di sala 2016’an de Cerablus û Bab kontorl kirin, di sala 2018’an de Efrîn dagir kir û di sala 2019’an de jî devera di navbera Serêkanîyê û Girêspî de dagir kir. Herwiha li Îdlibê, ku Heyat Tehrîr El-Şam serwer e, hebûneke leşkerî ya Tirkîyê heye.
“Serkeftina Kiliçdaroglu û di çarçoveya têkilîyên Tirkîyê bi Amerîka re pêkan e êrîşên li dijî Rojava rawestîne, lê jibo herêmên dagirkirî Kiliçdaroglu be yan Erdogan be ez ne pêşbîn im ku hêzên Tirkîyê yên leşkerî dê vekişin. Vekişîn tenê di çarçoveya çareserîya sîyasî ji alozîya Sûrîyê giştî de dê çê bibe,” wî got.
Rojnamevan Silêman dîyar kir ku eger Erdogan li ser desthilatê bimîne dibe ku dîsa şer derkeve yan êrîşeke leşkerî nû di nav axa Sûrîyê de pêk were, lê bi serkeftina opozisyona Tirkîyê re dibe rewş cuda be.
“Piştgirîya Partîya Çep ya Kesk yan jî HPD jibo Kiliçdaroglu dibe ku bibe derfetek jibo nêrîna desthilata Tirk derheqê Kurdan were guhertin. Wê çaxê pêkan e şêweyekî nû ji têkilîyan ligel Kurdên Sûrîyê peyda bibe,” Silêman da zanîn.