Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asoyên Peywendîyên Sûrîye û Erebistana Saudî Çi Ne?


Serokê rejîma Sûriyê Beşar Al Asad û Wezîrê derve yê Erebistana saûdî Faisal bin Farhan, li Dîmeşqê
Serokê rejîma Sûriyê Beşar Al Asad û Wezîrê derve yê Erebistana saûdî Faisal bin Farhan, li Dîmeşqê

Serdana Wezîrê Derve yê Erebistana Saudî roja Sêşemê jibo paytexta Sûrîyê Şamê derî li ber şîroveyên cuda derbarê rola welatên Ereb li Sûrîyê vekiriye.

Hin şîrovekar dîyar dikin ku vegera peywendîyan navbera Şam û Riyadê di çarçoveye hewlên Saudî de jibo lîstina roleke herêmî hatiye, lê dê çiqas karibe bandorê li nexşeya meydanî li Sûrîyê bike ne dîyar e.

Wezîrê Derve yê Saudî Feysel Bin Ferhan di serdana xwe ya Şamê de ligel serokê Sûrî Beşar El Esed civiya.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Saudî, di civîna Bin Ferhal û Esed de nîqaş li ser çareserîya sîyasî ji alozîya Sûrî re hate kirin, ku yekparçeya Sûrîyê, ewlekarîya wê û nasnameya wê ya Erebî, werin parastin, herwiha Sûrîyê vegere hawîrdora xwe ya Erebî.

Abdulla El-Gadawî, sernivîserê karûbarên sîyasî di rojnameya Okaz ya Saudî de, ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku vebûna Saudîyê bi ser rejîma Sûrî ve bi du fakteran ve girêdayî ye.

El-Gadawî got ku Sûriyê veguheriye qada milîşyayan û bûye navendek jibo belavkirina madeyên hişber, ev yek jî bandorê li ser ewlekarîya herêmî dike.

“Erebistana Saudî dixwaze ku careke din doseya Sûrî bixe rojevê, bi mercê ku rejîma Sûrî jî li ser çareseriya siyasî û vegera penaberan kar bike, lê pêwîstîya vê mijarê bi şêwirên dirêj heye, zû jî çênabe.”

Serdana wezîrê derve yê Saudî jibo Şamê piştî hefteyekê ji serdana hevtayê wî yê Sûrî Feysel El-Miqdad jibo Riyadê hate kirin.

Peywendîyên herdu welatan ji sala 2011’an de qut bûbûn ku Saudîyê yek ji piştevanên serekî yên opozisyona Sûrî bû ya ku dixwest rejîma Esed birûxîne.

Serdanên her du alîyan pêk hatine û peywendîyên herdu welatan vegerîyan demûdest piştî asayîkirina peywendîyên Saudîyê û Îranê bi navbeynkarîya Çînê.

Di vê derbarê de El-Gadawî dest nîşan kir ku Erebistana Saudî dixwaze pirsgirêkên li herêmê hilîne bike, ku Sûrîyê qada herî mezin ye ya ku nakokiyên Erebî û navnetewî tê de tên gûr kirin.

“Hizira Saudî ew e ku emê ta kengî Sûriyê di vê rewşê de bihêlin, loma çûna Saudîyê ber bi rêjîma Sûrîyê ve dest pê kir. Eger Sûrîyê welatekî têkçûyî bimîne, dê herêm bi giştî baca vê yekê bide,” El-Gadawî dîyar kir.

Rustem Mehmûd, nivîskar û şîrovekarê sîyasî, bal kişand ku dîtineke aborî mezin ya Saudîyê heye, loma ew hewl dide roleke sîyasî li ser asta Rojhilata Navîn bilîze.

“Doseya Sûrî di çend salên borî de ji alîyê hêzên navnetewî ve hatiye paşguh kirin ku hin hêzên herêmî weke Îran û Tirkîyê valahî dagirtin, lê niha Saudîyê dixwaze hevsengîyekê bi van hêzan re li Sûrîyê peyda bike,” Mehmûd ji Dengê Amerîka re got.

Di heman çarçovayê de şîrovekarê sîyasî Husên Omer got ku rêkeftina Saudîyê û Îranê lez da asayîkirina peywendîyên Ereban ligel Şamê, lê lihevhatina rejîma Sûrî bi Tirkîyê re çavên welatên Ereb zêde ber bi Şamê ve vekirin ku rejîma Sûrî nema tê rûxandin.

“Welatên Ereb weke Saudîyê, Misir û Îmarat dixwazin hevsengîyekê çê bikin ku rejîma Sûrî şert û mercên Tirkîyê qebûl neke, çimkî ev welatên navborî zîyan ji Tirkîyê dîtine, ew naxwazin lihevhatina Şam û Enqereyê li dijî berjewendîyên wan be, loma piştgirîyê didin rejîma Esed,” Omer ji Dengê Amerîka re dîyar kir.

Roja 14ê Nîsanê, wezîrên derve yên 9 welatên Ereb (her şeş welatên kendavê, ligel Misir, Urdun û Îraqê) li bajarê Ceda yê Saudîyê civîyabûn.

Li gor ku hatiye belav kirin, di wê civînê de tekezî li ser rola Erebî ya pêşeng jibo çareserîya sîyasî ji kirîza Sûrîyê re hatibû kirin, herwiha vegera rejîma Sûrî ya Komkara Erebî hatibû nîqaş kirin, ku endamtîya wê ji dawîya sala 2011’an de hatibû rawestandin.

Derbara bandora vegera peywendîyên welatên Ereb û bi taybet Saudîyê bi rejîma Sûrî re, li ser alîyên Sûrî yên din ji bilî rejîmê, Husên Omer dîyar kir ku opozisyona girêdayî Tirkîyê dê herî zêde zerarmend be, çimkî perepêdana wan herî zêde ji welatên kendavê tê.

“Tersî opozisyonê bandorek zêde li ser Rêvebirîya Xweser dê tune be, ku di rewşeke wiha de piştgirîya Amerîka jibo rêvebirîyê dê xurtir bibe, çimkî Rojava bingeheke serekî ya hebûna Amerîka li herêmê ye û dê nexwaze wê ji dest berde, eger na dê bandora Amerîka li doseya Sûrî nemîne,” Omer anî ziman.

Nivîskar Rustem Mehmûd herwiha dîyar kir ku di alozîya Sûrî de pênc doseyayên girêkok hene, ew jî ev in: herêma bakur û rojhilata Sûrîyê, anku rojhilata Feratê, hêrêmên li bakur û rojavayê Sûrî ku jêr kontrola Tirkîyê ne, vegera penaberan, nûavakirin û pêvajoya sîyasî.

Mehûmd got ku asayîkaina peywendîyên sîyasî bi rejîmê re têra çareserkirina van mijaran nake.

“Ne hêsan e ku herêmên bakur û rojhilat, û bakur û rojava vegerin hembêza rejîmê. Herwiha vegera dora 8 milyon penaberên Sûrî jî zehmet e, jibo çareserîya sîyasî jî divê guhertin di bingeha rejîmê de çêbibe, derbara nûavakirinê de jî welatên kendavê dizanin ku çi perepêdan dê li ber gendelîya rejîmê vala were rijandin.” Mehmûd got.

Dîsa li ser siberoja asayîkirina peywendîyan ligel Şamê, rojnamevan Abdulla El-Gadawî got ku rijdbûna rejîma Sûrî di çareserîya sîyasî de li jêr ezmûnê ye.

“Di rastiyê de, Sûrîyê li ser sê herêman dabeşkirî ye, loma ji Esed tê xwestin jibo Ereb û civaka navnetewetî xwe daxîne, çimkî ne opozisyona Sûrî û ne jî Kurd li bakur û rojhilata Sûrîyê nayên paşguh kirin, ji ber vê yekê divê çareserîyeke sîyasî bê dîtin ku Sûriyê vegerîne rewşeke ewle û aram bêyî nakokiyên navxweyî,” wî got.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re berî çend rojan, Serokê ofîsa têkilîyan di Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) de Hesen Mihemed Elî ragihadibû ku MSD’ê û Rêvebirîya Xweser ne li dijî asayîkirina peywendîyên welatên Ereb ligel Sûrîyê ne, lê divê ev yek bê merc nebe û bi rejîma Sûrî tenê re jî nebe. Wî herwiha gotibû ku wan name di vê derbarê de ji çend welatên Ereb re şandine.

Jêder: Newroz Reşo/hevpeyvîn/ Ajansên Nûçeyan

XS
SM
MD
LG