Piştî çend demjimêran ji hewilên rizgarkirinê, rûniştvanên gundê Hasîn yê herêma Şehba nikanîbûn Elaa Xelef zindî ji bîra ku tê werbûbû, derxin.
Xelef yê 35 salî dema ku li nav zevîyê xwe kar dikir, şimitîye û ketîye bîra ku kûrahîya wê 90 metre ye û di encamê de jîyana xwe ji dest daye.
“Me alîkarî jiberevanîya sivîl li bajarê Helebê xwest, lê ew bi hawara me ve nehatin, şaredarîya me bi alîkarîya gundîyan hewildan Xelef rizgar bikin, ku bi tirmpê av ji bîrê kişand û gundîyekî xwebexş daket binî ku karîbû wî derxe,” Endamê şaredarîya nahîya Fafînê Mihemd Mamo got.
Piştî derxistina Xelef, ew rakirina nexweşxana Avrîn, li gor çavkanîyên şaxlemîyê gelek cîh di gewdeyê wî de şikestî bûn û birîna wî giran bû, loma wî jîyana xwe ji dest da.
Mamo da zanîn ku bûyerên wiha pir caran dubare dibin. “ Ev ne bûyera yekê ye ku bi vî rengî li herêmê diqewime, ku şênî û şaredarî bi kanînên xwe yên hindik pêre rûbirû dibin, çimkî tîmên pispor bi rizgarkirinê li herêmê tunene.”
Bûyera têwerbûna Xelef di bîrê de, careke din pirsgirêka nebûna tîmên hawarçûnê li herêma Şehba, derxistîye holê, ku şênîyên Şehba herwiha derbiderên Efrînî yên li herêmê dijîn, dibin qurbanîyên qezayan.
Li gor daneyên Heyva Sor ya Kurd ji dema derbiderbûna ji Efrînê de, sala 2018'an, ji wan 13 zarok in, bi giştî 37 kesan di encama peqîna mayînan de jîyana xwe ji dest dane, herwiha 69 kes birîndar bûne yan alîyên xwe hinda kirine.
Tê zanîn ku herêma Şehba berî rizgarkirina wê ji alîyê hêzên Kurdî ve di sala 2016'an de, di dest komên çekdar û piştre DAIŞê de bû, li herêmê şerên dijwar qewimîbûn, hatibû bombebaran kirin û mayîn lê hatibûn çandin.
Jiber nebûna tîmên taybet yan rêxistinên şareza bi rakirin û jihevxisitna mayîn, top û bermahîyên çekan, herêm ji wan nehatiye paqijkirin, loma her demekê bûyerek diqewime ku derbiderên Efrînî û rûniştvanên herêmê dibin qurbanî.
Hêjayî gotinê ye ku hejmara rûniştvanên herêma Şehba ji 150 hezar kes pirtir e, beşeke mezin ji wan derbiderên Efrînî ne, ku di encama êrîşa Tirkî dij herêma wan di sala 2018'an de, hatibûn koçber kirin, ew li 5 kamp û nêzî 40 gundên herêmê dimînin.
Ev herêm ji payîza sala borî de jêr dorpêça girankirî ya rejîma Sûrî de ye, loma ne tenê karê şaredarîyên girêdayî Rêvebirîya Xweser tê asteng kirin, lê di rewşên awarte de jî şênî nikarin derbazî bajarê Helebê bibin, jiber vê yekê hawarçûna qurbanîyan jî tê asteng kirin.
Di meha Sibata borî de jî, dema ku erdheja wêranker qewimî bû, gelek xanî hilweşîbûn yan seqet bûbûn, ku nebûna tîmên rizgarkirinê, bersivdayîna lezgîn asteng kiriye.
Derbiderê Efrînî Xelîl Îbo ku zerar dîtîyê erdhejê ye got ku “Xanîyê ez tê de bûm, di erdhejê de hilweşîya, ne ji cîranan bûya malbata min dibû qurbanî, ew bi hawara me ve hatin û kavil rakirin, çimkî tu tîmê rizgarkirinê tune ye."
Endamê Heyva Sor ya Kurd Heyder Reşîd bal kişand ku di pir bûyer û qezayan de tenê Heyva Sor dibe alîkar, lê derfetên wan hindik in.
“Pir caran herêm ji alîyê Tirkîyê ve tê topbaran kirin, xanî hildiweşin, agir pêdikeve û zevî dişewtin, yan mayîn tên dîtin, Heyva Sor herî zêde girîngî dide rizgarkirina mrovên birîndar, lê karîn û şarezaya endamên wê hindik e jibo bi zerar û bûyerên din re tev bigere.”
Loma Reşîd xwest ku têmeke rizgarkirinê were damezrandin jibo destêwerdana lezgîn di qezayan de, ku rêxistinên nehikûmî yên pispor dikarin vê tîmê li ser danûstandina bi rewşên awarte re hîn bike.