Bandora hişkatîyê îsal li ser herema Wanê dijwar derbaz dibe û paşvekişîna peravên Behra Wanê behrê didome
Li kolanên bajarê Wanê, Dengê Amerîka sedem û bandora bilindbûna nirxê pereyê bîyanî ji rûnişvanan pirsî.
Parêzerên wê bi bîr tînin ku Çetîn di dema desteserkirinê de rastî êşkecê hatibû û du kuçîkên polîsan ji lingên wê gez kiribûn
Li Tirkîyê daketîna nirxê liraya Tirkî (TL) li hember perê bîyanî, dibe sedema bubahbûna ar û pêdiviyên xwarinê li Wanê û seranserî Tikriyê.
Hacî Tunç ku jiber gotina “ev der Kurdistan e” hatibû desteser kirin, îro ji alîyê Dadgeha Aştîyê ya Wanê vê hat berdan
Li Wanê 7 jinên sîyasetvan û aktîvîst jiber bangawazîya xwepêşandan hember betalkirina Peymana Stenbolê hatin darizandin
Odeya Çandinîyê ya Qersê radigihîne ku li heremê nêzî 700 mêşvan hene, lê îsal hilberîna hingivê 95 ji sedê kêm bûye
Cemal Demîr di biçûktîya xwd de Radyoya Rewanê guhdar kiriye û ketiye bin bandora mey, zirne, fîq û bilûra Egîdê Cim, Xelîlê Evdile û Şamilê Beko
Serokê Şaxê IHD a Wanê Mehmet Karataş dibêje ku nexweşên li zîndanên Tirkîyê nikarin xwe bigihînin xizmetên saxlemîyê
Gelîyê Qewala ku bi ser bajarê Colemêrgê (Hakkarî) ve ye, bi tayebetmendîyên jîngeha xwe ya bedew navdar û kilam û sitranên Kurdî xwemilandiye. Van salê dawîyê ev herem bûya cîhê geşt û seyrana her sal hejmarek gerok serdana wî gelî û avrêja Qewalîyê diken.
Komela Xebatên Medya û Hiqûqê dibêje ku li Tirkîyê di nava vê heftîyê de 18 rojnamevan ku piranîya wan Kurd in, jiber karê rojamevanîyê û azadîya ramanê tên darizandin.
Platforma Jinan ya Wanê raporek li ser destdirêjî û kuştina jin û zarokan li avahîya şaxe Sedîkaya Ketkarên Perwerdê û Zanistîyê (Egîtîm-Sen) bi pres konferansekê eşkere kir.
Odeyên doxtoran yên Agirî, Batman, Betlîs, Amed, Mêrdîn, Muş, Sêrt, Ruha, Şernex, Wan û Colemêrgê û endamên rêvebirîya Yekîtîya Doxtorên Tirk (TTB) li bajarê Wanê civîyan û li ser pirsgirêkên doktoran preskonferansek li dar xistin.
Hatina penaberên Afganî ya bo bajarê Wanê berdevam dike. Penaber li gel çîrokên xwe yên xemgîn ji Afganîstanê koç dikin û hewildin biçin rojavayê Tirkîyê û ji wêderê qesta welatên Ewrupayê bikin. Bi hêvîya ku xwe bigehînin jiyanek aram rastî êş û derdeseriyan tên.
Li derdora Behra Wanê di demên dawîyê de bandora kêmbûna baranê û germbûna gerdûnî xwe bi jimareke awayan nîşan dide
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Uvercînkaya ku yek ji mîhrîncanên herî berfireh ya Wanê ye, îro destpê dike
Kofîraz, anku Vanadokya, li gundê Taxikê yê bajarokê Elbakê (Başkale) li Wanê dikeve. Bi taybetmendîyên xwe yên xwezayî, ev Kofîraz bala gerokan dikêşe ser xwe.
Li Bajarokê Erdîşa Wanê jiber hişkesalîyê ava Bendava Koçkopru 80 ji sedî daketîye û bi hezaran masî mirine
Li Bajarokê Erdîşa Wanê jinên kedkar bo zivistana dijwar amadekarîyên xwe dikin. Fêkîyên ku li bexçê xwe berhev kirî, di nava mencelan de dikelînin û dikin bastîq û konserve.
Pirtir bar ke