Bi giheştina pêlên penaberan hejmara kaçaxçîyan jî li bajarê Wanê zêde bûye û hin qaçaxçî penaberan jibo fîdye direvînin ku diravê ji malbatan wan bistînin
Hêzên ewlekarîyê îro Duşemê ragihand ku wan di nava 6 rojan de bi giştî 299 penaber li Wanê desteser kirine
Avrêja Bêgirîyê li Wanê bi bedewaîya her hefte bi sedan kesan dikşîne ba xwe
Piştî ku hikûmeta Tirkîyê qedexeya li hember karvekişîna xebatkarên saxlemîyê rakir, li bajarê Wanê 43 doktoran karvekişîna xwe ragihandin
Ayîna ku hersal bi destûra taybet a hikûmeta Tirkî pêk tê, îsal jiber vîrûsa korona tenê bi beşdarîya 25 bawermendên Ermenî û hin karbidestên dewletê hat li darxistin
Buldan got ku rêya aştîyê tune, aştî bixwe rê ye û pêdivîya gelên Tirkîyê û Rojhilata Navîn bi aştîyê heye
Her sal bi hezaran gerok serdana Avrêja Bêgirî dikin. Avrêja Bêgirîyê li ser çemê Bendîmahî ye û ji navenda bajarokê Bêgirîya Wanê 8 kîlometre dûr e
Qaçaxcîyê Afganî dibêje ku sînorê di nabera Wan û Îranê de ji 300 kîlometrayan pêk tê û li hin cîhên wê zêde astengî tuneye û ji wan deran re derbaz dibin
Piştî bajarê Wanê, bajarokê Tatwanê ya Bedlîsê jî jibo derbazbûna penaberên Afganî bûye cîhekî girîng. Piştî ku Talîbanê Afganîstan xiste bin kontrola xwe ev koma xortên penaber jî ji welatê xwe derbider bûne û bi rêyên qaçax re hatine Tirkîyê.
Jina Afganî Şakiba Sedat jiber Talîbanê derbider bûye û bi rêyên qaçax re di 35 rojan de hatiye Wanê
Li gel germahîya hewayî banên avahîyên devera Wanê bi rengên narencî tê xemilandin. Zerdeleyên ku di meha Tîrmeh û Tebaxê de tên berhev kirin, bo hişkirinê li ser banên avahîyan tên raxistin.
Kiliçdaroglu serdana maxdurên lehîya Wanê kir û wî got ku ew dê avahîyên hilweşîyayî çêbikin
Maxdurên lehîyê dibêjin ku li pêşîya wan zivistana dijwar heye û jibo ku ew bikarin li gund jîyana xwe bidomînin, divê xanî û avahîyên wan werin çêkirin
Di serê meha Tebaxê de nêzê deh rojan li 4 bajarokê Wanê lehîyên dijwar pêk hatin û li gor daneyên fermî 32 avahî, hejmarek zêde gov, kadîn xirabûn û herî kêm 1500 pez jî mirîbûn.
Destpêka Tebaxê, nêzê deh rojan li 4 bajarokên Wanê lehîyên dijwar pêk hatin, ziyanên mezin çêbûn, bi taybet li gundê Xaşkana, xelkê gund daxwaza avakirina xaniyan dikin.
Mihrîcana Bîsîkletê ya 3’yan ya Behra Wanê îsal bi beştarbûna 150 bisikletvanan destpê kir
Hêzên ewlekarîyê roja Çarşemê li bajarokê Çaldiranê ya Wanê di qamyonekê de 300 penaber desteser kirin
Li herêma Wanê baranên dijwar dibin sedema lehîyên wêrankar û zararên mezin li mal û mêlkê gelê herêmê çêdibin
Li Tirkîyê tedbîrên hember belavbûna vîrusa korona di 1 Tîrmehê de hatin rakirin û piştî vê bîryarê li bajarê Wanê bernameyên çand û hunerî jî destpê kirin.
Jiber kuştina 7 endamên malbeteke Kurd li bajarê Konya, xelkê bajarê Wanê xwepêşandanek protestoyî û şermezar kirina nijadperestiyê encam da, lê polîsan rê li hember xwepêşanderan girt û hejmarek kes girtin binçavan.
Pirtir bar ke