Qaçaxcî: Di Dema Rêwîtîyê de Heroj Penaber Tên Kuştin
Bi salan e ku bajarê Wanê jibo penaberên ji welatên Asyayê bûye pireke giring ku xwe bigihînin Ewrupayê.
Bi pêşveçûna Talîbanê pêlên penaberan jî ji Afganistanê zêdetir bûn û piranîya wan hewil didin xwe bigihînin Wanê û ji wê derê re jî derbazî rojavayê Tirkîyê û Ewrupayê bibin.
Bi hatina wan peaberan li Wanê qaçaxcîtî jî zêde bûye û tora qaçaxcîyan ji Afganistanê heta Ewrupayê wek rêxistineke navnetewî belav bûye.
Yek jî wan qaçaxcîyan çar sal berê hatiye Wanê û ev du sal in vî karî dike. Ew dibêje ku piştî alozîya li Afganistanê herî zêde jin dixwazin ji welat derkevin, lê jiber ku rêya qaçax pir zehmet e, zêdetir xort dikarin werin.
“Li Afganistanê xebatkarên me hene. Di destpêkê de penaber derbazî Pakistanê dibin û serê kesekî 500 dolar didin qaçaxcîyan. Pişt re jî wan derbazî bajarê Bem, Kirman û Îsfahana Îranê dikin û li wê derê jî ji her penaberekî 500 dolar distînin. Em heya Tahranê zêde alaqadar nabin. Piştî Tahranê anku dema bo Wanê rê dikevin, êdî zêdetir di bin kontrola me de ne. Em jî serê kesekî 500 dolara distînin. Di her komeke qaçaxcîyan de 200 kes dixebitin û ji wan 20 kes payabilind in.”
Qaçaxcîyê Afganî dibêje ku sînorê di nabera Wan û Îranê de ji 300 kîlometrayan pêk tê û li hin cîhên wê zêde astengî tuneye û ji wan deran re derbaz dibin.
“Niha rojê nêzî 150 penaber ji sînor derbaz dibin. Berî van tedbîrên nû rojê 2 hezar koçber dikarîbûn derbaz bibin. Heya niha ti koçber jiber min jîyana xwe ji dest nedaye. Lê di dema vê rêwîtîyê de hero penaber dimirîn û tên kuştin. Herwiha kuştina koçberan ji bo qaçaxcîyan, êdî bûye tiştekî ji rêzê.”
Li gor Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê heta niha nêzî 56 hezar penaber hatine desteser kirin ku piranîya wan Afganî ne.
Li gor Rêvebirîya Ewlehî ya Wanê ji serê salê heta niha 280 qaçaxcî hatine desteser kirin û ji van 120 kes jî hatine zîndan kirin.