Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Mîhrîcana Uvercînkaya Destpê Dike  


Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Uvercînkaya ku yek ji mîhrîncanên herî berfireh ya bajêrê Wanê ye, îro destpê dike.

Hesen Bayam
Hesen Bayam

Mîhrîcana wê heta 3'yê Cotmehê li avahîya Şanoya Dewletê ya Wanê pêk were.

Mîhrîcana ku ev nêzê du sal in jiber belevbûna vîrusa korona hatibû sekinandin, îsal piştî sistkirina tedbîran careke din destpê dike.

Di bernameya mîhrîcanê de şano, gotarên ser wêjeya Kurdî û Tirk û konsert wê hebin.

Revebîrê mîhrîcanê Hesen Bayam got ku ev mîhrîcan piştî pandemîyê cara yêkê ye li Wanê li dar dikeve û ewê di dawîya mîhrîcanê de konserteke mezin bo gelê bajêr pêşkêş bikin.

“Pandemîyê pêşîya hûnerê girtibû û nedihişt ti çalakîyên hûnerî pêk werin. Armanca me ew e ku em careke din hûnerê di nava gel de bilind bikin. Em we bikin ku bala gel bidin ser muzîkê. Hindik be jî em dixwazin wan kêfxweş bikin.”

Bayam bal kişand ku di dema qedexeyan derketina derve yên hember belavbûna COVID-19’ê de bandoreke xirab li ser mirov kir û got ku hûner jibo derûnîya mirovan wek derman e.

AA_27_09_21_Mîhrîcana Uvercînka
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00

XS
SM
MD
LG